Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Jin û zarokên DAIŞiyan di kampên Sûriye û Kurdistanê de çawa dijîn?

Ji aliyê Huner Ehmed 10-8-2018
Li kampên Başûrê Kurdistanê jî malbatên DAIŞiyan hene

Reqa (Rûdaw) – Li Kampa Eyn Îsa ya Reqaye 120 malbatên çekdarên DAIŞê dijîn. Kamp li ser erdekî hişk û req hatiye çêkirin, tav û germayeke qudimbir zarokan bêzar û bêhal dike.  

 

Li navçeyên di bin desthilata hikûmeta Sûriye û Iraqê de ji bo hevjîn û zarokên çekdarên DAIŞê kampên taybetî hatine çêkirin û wek bende danûstandin ligel wan tê kirin.

 

Fethiye Hecer xelka Helebê ye û dayika 3 zarokan e. Ew hevjîna çekdarekî DAIŞê yê bi nijad amerîkî bûye û par di dema şerê Reqayê de bi dîl ketiye destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk.

 

Birçîne û westiyane, di bin germa havînê de bê elektrîk û hinek caran jî bê av in. Malbat dixwazin bên azadkirin û tawanên hevjînên wan nekeve stûyê wan. Rewş ji bo zarokan hê girantir û zehmetir e.

 

Fethiye Hecar hevjîna çekdarekî din ê DAIŞê ye û dibêje: “Ez li hêviyê me li ser min biryarekî bidin. Dibêjin qaşo hevjîna min li Zîndana Kobanî ye, bi cezayê heta hetayê hatiye zîndanîkirin û dê vediguhezine Amerîkayê. Beriya niha li Kamka Tebqayê bûm û 3 mehan jî li wir mam. Lê ti biryarek li ser min nedan. Ev 6 meh in ez li vê kampê me û 3 zarokên min hene.”

 

Hevjînên çekdarên DAIŞê amaje bi wê yekê dikin ku li kampên Sûriye û Iraqê û heta yên Herêma Kurdistanê rewş berovajî ye û reftara di nav kampan de zêdetir bi mirovane ye.  

 

Li kampên Başûrê Kurdistanê jî malbatên DAIŞiyan hene

 

Rêxistinên navdewletî bi berfirehî çavdêriya kampên bin desthilata hikûmeta Iraqê dikin lê ev çavdêrî li kampên Herêma Kurdistanê kêmtir tê dîtin. Dibe ew ji wê rastiyê geşbîn bin ku li nav kampên hikûmeta Herêma Kurdistanê bêyî ciyawaziya netewe, rêgez û ol û bawerî hevkarî û alîkarî tê kirin, heta eger hevjîn û zarokên DAIŞiyan jî bin.  

 

Menal Mihemed li Kampa Hesen Şam dijî û her wek Fethiye hevjîna çekdarekî DAIŞê yê bi nijad amerîkî ye û xwediyê 4 zarokan e. Hevjînê wî jî di şer de bi dîl ketiye destê pêşmerge. Ew niha azad e lê ji ber tirsa tolhildanê naxwaze vegere Mûsilê.

 

Menal Mihemed dibêje: “Pêşmerge reftareke pir cuda li gel me dike. Em hevjînên DAIŞiyan in ji kesên din baştir nêzîkî me dibin û rêzê ji me re digrin. Me tiştekî xirab ji wan nedîtiye. Ez niha di bin parastina wan de me û ji me re dibêjin eger kesek desdirêjiya we kir û gotinek nexweş gote we werin ji me re bêjin. Çima venagerime Mûsilê? Ji ber ku li wir Heşd heye û ditirsim. Li vir rûniştime û ewlekariya min heye.”

 

Berpirsê Kampên Hesen Şam û Xazirê Reşîd Derwêş amaje bi wê yekê dike, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li gorî pîvanên navdewletî reftarê li gel koçberan dike.

 

Reşîd Derwêş diyar dike: “Rêxistinên mafên mirovan gelek caran balê dikişin ser wê yekê ku em weke Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ferq û cudahiyekê naxîn navbera malbatên DAIŞiyan û koçberên din. Em bi çavê mirov temaşeyî wan dikin. Eger tirsa wan heba nedihatine cem me. Lê niha spas ji bo Xwedê ku di nav kampan de ti kêşeyek ji me re derneketiye.”

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide zarok û hevjînên çekdarên DAIŞê ji hizra tundxwaziyê dûr bike û wan tevlî nav civakê bike. Qonaxa yekemîn a vê pêngavê jî di kampan de dest pê kiriye û ew malbat jî wek koçberên asayî di nav kampan de azad in û heman reftar li gel wan tê kirin.

 

 

1686 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Mêrdînî | 2018-10-16 4:21:24 PM
Her bijî bavê Kurdan..
Barzanî: Roja 16ê Cotmehê rojeke tarî ye di dîroka gelê me de
| 16-10-2018 | (1)
Renas | 2018-10-13 7:47:53 AM
Hemû fitne û gellaci, da tirk ereb û faris serê gelê Kurd bikin. Lavrov weke bekoye.
Lavrov: Dibe ku Amerîka mijara Kurdistana mezin têxe rojevê
| 12-10-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-10-12 3:05:04 PM
Gelo Ezidye Ereb an Tirk jene? Evil Ezditje bu an kurdi hebu? Alman decen evil hek an miricik hebu?
| 11-10-2018 | (1)
Ali As | 2018-10-11 10:25:21 AM
Ma xêre xelkê Zaxo û Dûhokê dibin penaber?? Ma hûn ne li Kurdistana azad in?? Misilmanin??
Her 35 koçberên ku li Îzmîrê qeyika wan noqmî avê bû, Kurd in
| 11-10-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 | (1)

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.516 seconds