Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

"Guman heye ku Selîm Şûşkeyî ne li Kurdistanê be"

Ji aliyê RÛDAW 10-8-2018
Mela Selîm Şûşkeyî
Mela Selîm Şûşkeyî

Hewlêr (Rûdaw) – Mela Selîm Şûşkeyî ku Parlemeterê Komela Îslamî ya Kurdistanê yê li Parlemetoya Iraqê ye, bi wê yekê tê tohmetbarkirin ku peywendiya wî bi DAIŞê re heye. Rêveberê Asayişa Hewlêrê guman dike ku Mela Selîm Şûşkeyî ne li Kurdistanê be.

 

Dosyeya Mela Selîm Şûşkeyî careke din pirsa du îdareyiya li Herêma Kurdistanê aniye rojevê. Şûşkeyî piştî ku derbarê wî de biryara desteserkirinê ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên Hewlêrê ve derket, çû bajarê Silêmaniyê. Li gor Asayişa Hewlêrê, Selîm Şûşkeyî ji bo ku neyê desteserkirin reviyaye Silêmaniyê. Berpirsên ewlehiyê yên herdu parêzgehan bi wê yekê hevdû tohmetbar dikin ku tohmetbaran dihewînin û biryarên dadgehê yên li ser desteserkirina tohmetbaran cîbicî nakin.

 

Rêveberê Asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî ji Rûdawê re ragihand: “Li ser Mela Selîm Şûşkeyî belge hene ku ser bi grûpa terorîst a DAIŞê ye û ji dadgehê fermana girtinê derbarê wî de derketiye, niha parêzbendiya wî ya parlementeriyê nemaye û em dixwazin wî desteser bikin.”

 

Tariq Nûrî diyar kir: “Berî niha jî Wezareta Navxweyî nivîsek ji parlementoya Iraqê re şandibû li ser Selîm Şûşkeyî, mixabin parlementoya Iraqê bersiv neda.”

 

Lê belê Parlementerê Komela Îslamî Soran Umer ku piştî reva Mela Selîm ber bi Silêmaniyê, pê re selfî kişandiye û li ser facebookê belav kiriye, red dike ku di dosyeya Mela Selîm de ti belgeyek hebe ku îsbat bike peywendiya wî li gel DAIŞê heye.

 

Soran Umer ji Rûdawê re ragihand: “Dosyeyeke siyasî ye, belge tine li ser tohmetbarkirina mamoste, ew berî niha li taxa Hevalan a Hewlêrê xetîbê mizgeftê bû, piştî ku kete parlementoya Iraqê, li wê mizgeftê bi awayekî xwebexş xutbeya înê pêşkêş dikir. Komek xort, ji wê mizgeft û taxê çûne nav DAIŞê, Mela Selîm bi vê yekê hatiye tohmetbarkirin, tevî ku ew xort weke wan xortan bûne ku êrişî avahiya Parêzgariya Hewlêrê kirin, neku xwendekarên mamoste bûne, baweriya wan bi nimêjkirina li pey wî jî tinebûye, li ber destê me dosyeyek heye, ti belgeyek li ser peywendiya wan xortan bi mamoste Mela Selîm re di nav wê dosyeyê de tine, lêkolîn li ser malbatên wan xortan hatine kirin, tenê gotine diçûn mizgefta Mela Selîm, hemû belge ji vêya derbas nabe.”

 

Derbarê tohmetbarkirina Mela Selîm de, Soran Umer helwesta Komela Îslamî eşkere dike û dibêje: “Eger li ser mamoste tiştekî hebe, bila dadgeha bêalî li ser dosyeya wî lêkolînê bike, ev dosye ji sala 2016an ve Encûmena Dadwerî ji parlementoya Iraqê re şandiye, ji bo rakirina parêzbendiya wî, lê belê parêzbendî ji ser wî nehat rakirin û dosye weke xwe maye. Mamoste Selîm du car bi rêya telefonê li gel dadwer axiviye, carekê jî bi xwe çûye cem wî, lê belê dadwer jê re gotiye, heta ku parêzbend ji ser wî neyê rakirin, nikarin lêkolînê bikin.”

 

Soran Umer diyar dike ku ew pêşwazî li dadgehîkirina Mela Selîm Şûşkeyî dikin bi mercê ku "dosyeya wî di dadgeheke bêalî de were çareserkirin, eger dezgehên dadgerî yên bêalî xwe biparêzin, li her cihek asayî ye were dadgehîkirin, ti pirsgirêka mamoste Selîm jî bi dadgehê re tine û wisa difikire ku rêkarên xwe yên yasayî pêk bîne".

 

Li gor gotina Soran Umer, ji bilî Mela Selîm, ti endamekî din ê Komela Îslamî bi peywendiya li gel DAIŞê nehatiye tohmetbarkirin.

 

Rêveberê Asayişa Hewlêrê guman dike ku Mela Selîm li Silêmaniyê nebe û dibêje: “Li gor wêneyên ku Şûşkeyî li medyaya civakî belav dike, dibe ku ne li Herêma Kurdistanê be, ev tenê guman e, nehatiye piştrast kirin.”

 

Lê belê Serokê Lijneya Mafên Mirovan ê li Parlementoya Kurdistanê Soran Umer red dike ku Mela Selîm reviyabe û dibêje: “Ew parlementerê xula nû ya Iraqê ye, çima bireve? Cihê mamoste diyar e û hêj li Silêmanî ye, du roj berê li Encûmena Siyasî ya Komela Îslamî bû.”

 

Çima Mela Selîm Şûşkeyî li Silêmaniyê ye?

 

Soran Umer red dike ku Mela Selîm reviyabe û dibêje: “Zarokekî wî yê nexweş heye ku du kun di dilê wî de hene û divê were dermankirin, lewma ew aniye Silêmaniyê, piştî ku zarokê wî baş bibe, dê vegere Hewlêrê.”

 

Rûdawê çendîn car li hejmara telefona Mela Selîm Şûşkeyî geriya, lê hejmara wî girtî bû.

 

Mela Selîm Şûşkeyî yekane tohmetbar nîne ku ji Hewlêrê çûye Silêmaniyê û nehatiye desteserkirin. Rêveberê Polîsê Hewlêrê Ebdulxaliq Telet ji Rûdawê re ragihand: “Gelek tohmetbar hene ku li Hewlêrê tawanek kirine û reviyane Silêmaniyê, ji aliyê Wezareta Navxweyî û dadgehê ve nivîsa dosyeyên wan ji aliyên ewlehiyê yên Silêmaniyê re hatine şandin, dibe ku di demeke nêz de ew tohmetbar werin desteserkirin û radestî me bikin.”

 

Kujerên Rêveberê Komîsyonê li ku ne?

 

Li gor zanyariyên Rûdawê ku ji çavkaniyeke fermî wergirtiye, 5 tohmetbar li Hewlêrê fermana desteserkirina wan derketiye û niha reviyane Silêmaniyê, yekî ji wan du kes kuştine. Ewên din jî sê kesên ku bi kuştina Rêveberê Giştî yê Fermangeha Kargêrî yê li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Faris Mihemed tohmetbar in, ku roja 24-04-2018an li nêzîkî Family Mall a Hewlêrê di nav otomobîla xwe de hatibû kuştin. Herwiha kujerê Emîr Ehmed ku neqîbê pêşmerge bû, roja 29-07-2018an hat kuştin, ji bilî wan kesekî din ku bi peywendiya li gel DAIŞê tohmetbar e. Ev ne tenê li Silêmaniyê, herwiha hejmarek kesên din jî hene ku Silêmanî dixwaze desteser bike û ew reviyane Hewlêrê û polîs desteser nake.

 

Rêveberê Ragihandin û Peywendiyên Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed ji Rûdawê re li ser wan kesên ku li Silêmaniyê tawan kirine û reviyane Hewlêrê ragihand: “Hevahengî di navbera polîsê Hewlêr û Silêmanî de heye, em dikarin bi rêya nivîs û fermana desteserkirinê tohmetbaran daxwaz bikin, hinek kes jî hatine girtin û me ji hev re şandine.”

 

Serkewt Ehmed herwiha got: “Hemû wan tohmetbarên ku fermana desteserkirina wan ji Hewlêrê hatine û cihên wan diyar be, me desteser kirine û me şandine Hewlêrê, lê belê me hinek fermana desteserkirina tohmetbaran şandine Hewlêrê ku heta niha nehatine desteserkirin. Tohmetbar heye navnîşana wî diyar e û carek du caran jî polîsê Hewlêrê jê re teblîx şandiye, cara sêyem fermana desteserkirina wan derketiye, lê dîsa nehatine desteserkirin, dibe ku hinek kes li paş wan hene, hinek car mijar siyasî ye, lewma nayên desteserkirin.”

 

1363 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Mêrdînî | 2018-10-16 4:21:24 PM
Her bijî bavê Kurdan..
Barzanî: Roja 16ê Cotmehê rojeke tarî ye di dîroka gelê me de
| 16-10-2018 | (1)
Renas | 2018-10-13 7:47:53 AM
Hemû fitne û gellaci, da tirk ereb û faris serê gelê Kurd bikin. Lavrov weke bekoye.
Lavrov: Dibe ku Amerîka mijara Kurdistana mezin têxe rojevê
| 12-10-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-10-12 3:05:04 PM
Gelo Ezidye Ereb an Tirk jene? Evil Ezditje bu an kurdi hebu? Alman decen evil hek an miricik hebu?
| 11-10-2018 | (1)
Ali As | 2018-10-11 10:25:21 AM
Ma xêre xelkê Zaxo û Dûhokê dibin penaber?? Ma hûn ne li Kurdistana azad in?? Misilmanin??
Her 35 koçberên ku li Îzmîrê qeyika wan noqmî avê bû, Kurd in
| 11-10-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 | (1)

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.266 seconds