Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Efrînê çekdarekî opozisyonê sivikartiyê bi du kalmêrên Kurd dike

Ji aliyê RÛDAW 10-8-2018
Çekdarek sivikatiyê bi du pîremêrên Efrînî dike.

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê çekdarekî opozisyona Sûriyê sivikatî bi du kalemêrên Kurd dike û dîmenên wê tomar dike.

 

Di torên civakî de vîdeoyek hatiye belavkirin, ku têde çekdarekî opozisyonê sivikatiyê bi du kalemêrên Kurd ên xelkê Efrînê dike.

 

Weke ku di vîdeoyê de derdikeve, kesê çekdar bi xwe dîmenên vîdeoyê dikişîne û gelek pirsên derbarê çek, kurên wan û nimêjê de ji wan dipirse.

 

Ew çekdar ji wan kalemêran dipirse, çek li cem kî hene û ew jî bersiv didin, ku dibêjin, li cem kesekî çek nînin. Herwiha kesê çekdar ji wan kalemêran derbarê kurê wan de dipirse û kalemêrên Efrînî jî di bersivê de dibêjin, ku hemû reviyane û li Efrînê nename.

 

Herwiha ew çekdarê opozisyona Sûriyê weke sivikatî, ji kalemêran derbarê rikeetên nimêjê de dipirse û her du kalemêr di bin zextê de bersivên şaş didin.

 

Pêştir jî çendîn wêne û dîmenên sivikatîkirin û îşkencekirina welatiyên Kurd ên Efrînê bi destê çekdarên opozisyona Sûriyê, li ser torên civakî hatibûne belavkirin. Herwiha çendîn dîmenên wisa ji Efrînê ve ji aliyê çalakvanan ve ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatibûn şandin û Rûdawê jî ew dîmen belav kiribûn.

Naveroka vê vîdeoya ku j hatiye weşandin û têde sivikatîkirina bi du kalmêrên Kurd ên Efrînî hatiye kirin, bi vî awayî ye:

 

Çekdar: Çek li cem kî hene?

Kelmêr: Çek li cem kesekî nînin

Çekdar: Çawa nînin?

Kelmêr: Bi Xwedê nînin

Çekdar: Zaroyên Hecî li kuderê ne ?

Kelmêr: Li Efrînê ne

Çekdar: Li kuderê ne?

Kelmêr: Hemû reviyane

Çekdar: Reviyane kuderê?

Kelmêr: Çûne.. Ez ji ku zanim.

Çekdar: Nimêja sibehê çend riket in?

Kelmêr: Çar in.

Çekdar: Nimêja nîvro?

Kelmêr: Heşt in.

Çekdar: Nimêja paşnîvro?

Kelmêr: Sêzde ne. Ne sêzde ne?

Çekdar: Belê paşnîvro, sêzde ne.

Kelmêr: Erebiya min lawaz e

Çekdar: Erebî lawaz e

Çekdar: Hecî, sibehê çend riket in?

Kelmêr: Pênc in?

Çekdar: Nîvro ?

Kelmêr: Ew jî pênc in ?

Çekdar: Paşnîvro ?

Kelmêr: Sêzde ne

Çekdar: Rast e sêzde ne

Kelmêr: Lo em bi Erebî nizanin ?

Çekdar: Çima ?

Kelmêr:  Ez neçûme dibistanê

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Mamo | 2018-12-16 5:26:36 PM
Bi hêvîya encamek erênî ji danustandinên we. Welatparêzên Kurdistanê li bendê ne kû hêzên sîyasî û leşkerî li Rojavayê Kurdistanê helwestek hevbeş...
Hêzeke
| 22 demjimêr berê | (1)
Shirwani | 2018-12-15 8:02:54 PM
Ev xuwezalandin tishteki pirr piroze ji bu kurdistané Hividarim kurd giringiye bidné u pishve binin. Serkevtin ji kurdan re.
Bi wêneyan Navenda Xweşiqitandinê ya Mêrga Botanê ya Colemêrgê
| Duh vî demî 09:13 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Amed MOL | 2018-12-14 1:34:28 PM
Alan tu shashî bira! Di encamên nezanîn u nexwendinê dibe wek te bira. "SOZ" bi bingehîn u bi zimananîî ya xwe Kurdîye.Tirk evaya kirine " SÖZ" ma wê...
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (2)
osman | 2018-12-14 9:07:20 AM
Ji bo whatsappa kurdî îmze bavêjin. Bila whatsapp bibihîse. ---------------- whatsappa kürtçe dil desteği eklenmesi için imza kampanyası. Whatsapp...
AMED - Salona şanoya
| 29-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Hêzeke 22 demjimêr berê | (1)

Hêzeke "Pêşmergeyên Roj" derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

Bi serpireştî û hemahengiya Amerîkayê bûye Zêdetir
Bi rastî cudaxwaz bû 13-12-2018 |

Bi rastî cudaxwaz bû

Ako Mihemed li ser kesayet û nasîna xwe û mamosta Zêdetir
0.61 seconds