Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

KURDISTAN - Ji bo referandumê çend biryarên din

Ji aliyê RÛDAW 10-9-2017
Encumena Bilinda Referandumê îro bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya.
Encumena Bilinda Referandumê îro bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya.

Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Bilinda Referanduma Herêma Kurdistanê îro li Hewlêrê civiya û ji bo referadumê çend biryar dan, ku yek ji giringtirînê wan biryaran, aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê di roja pêncşembiya vê heftiyê 14ê Îlonê de ye.

 

Îro yekşembî 10ê Îlonê Ecumena Bilinda Referanduma Herêma Kurdistanê li bajarokê Selahedînê yê girêdayî Hewlêrê bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî û herwiha amadebûna rayedarên Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referanduma Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên li derveyê îdareya Herêma Kurdistanê civîna xwe ya asayî saz kir.

 

Piştî civînê, daxuyaniyeke şeş xalî hat weşandin, ku têde çend biryar derbarê referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê hatiye dan.

 

Li gorî daxuyaniyê,di civîna îro ya Encumena Bilinda Referanduma Herêma Kurdistanê de pêşhatên dawîn û helwestên dawîn ên navxweyî û Iraqê û civaka navdewletî û herwiha serdana Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî bo Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û nirxandin li ser hatin kirin.

 

Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin: “Her di vê civînê de, aliyên amadebû rêkevtina dîrokî ya navbera PDKê û YNKê di 10ê Îlona 2017ê ya ji bo aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê bilind nirxandin û bi pêngavekî giring û niştimanî û dîrokî hat wesifkirin û hêviya wê yekê hat kirin, ku ev pêngav bibe sedema bileztirbûna proseya siyasî û parastina berjewendiyên bilindên gelê Kurdistanê.”

 

Herwiha di civîna îro de têkildarî mijara referandumê û amadekariyên komîsyonê bo sazdana wê û aktîvkirina parllamentoyê çend biryar hatin dan, ku di şeş xalan de amaje pê hatiye kirin.

 

Li gorî daxuyaniyê, Encumena Bilinda Referandumê piştî pevguhertina nêrînan û guhgirtina li têbînî û pêşniyarên aliyên siyasî û pêkhateyên netewî û olî û herwiha xwandina raporta rêkarên pratîkî yên proseya referandumê ji aliyê Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referanduma Herêma Kurdistanê gihîşte van encaman:

 

“Yekem: Encumena Bilinda Referandumê tekezî li ser encamdana referandumê di dema xwe ya diyarkirî di 25ê Îlona 2017ê de li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê dike û hemû wan dengedeng û propagandayan red dike, ku behsa paşxistina referandumê dikin.

 

Duyem: Civînê bi li ber çav girtina rewşa hestiyar a Kurdistanê tekezî li ser pêwîstiya yekrîzî û hevdengiya niştimanî û hemahengiya navbera hêzên siyasî bo kampîna hevbeş a propagandaya bo referandumê kir.

 

Sêyem: Civînê tekezî li ser parastin û li ber çav girtina maf û daxwaziyên pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê di hemû qonaxan de kir û encamên civînên komîteya taybet bi garantîkirina (mafên) pêkhateyan hat behskirin û daxwaz li Sekretariya Encumena Bilinda Referandumê hat kirin, ku daxwaziyên bike yek û civînê piştevaniya xwe bo daxwaziyên pêkhateyan nîşan da.

 

Çarem: Partî û aliyên beşdar di Encumena Bilinda Referandumê de li hev kirin, ku roja pêncşembî 14-09-2017ê de Parlamentoya Kurdistanê bihê çalakkirin û civîna asayî ya xwe dest pê bike.

 

Pêncem: Encumena Bilida Referandumê bi tevahî piştevaniya xwe bo rêkar û pêngavên praktîkî yên Komîsyona Bilinda Hilbijartinan û Referandumê yên ji bo proseya referandumê dubare dike û daxwaz li hikûmetê û aliyên pêwendîdar jî dike, ku alîkarê Komîsyona Bilinda Hilbijartinan û Referanduma Herêma Kurdistanê bin.

 

Şeşem: Encumena Bilinda Referandumê daxwaz li rêxistinên biyanî û rêxistinên civaka sivîl dike, ku beşdar bin di çavdêrîkirina proseya referanduma li Herêma Kurdistanê de.”

 

Biryare referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê di 25ê Îlona îsal de birêve biçe.


Bi biryara Komîsyona Bilinda Hilbijartinan û Referanduma Herêma Kurdistanê ji roja sêşembiya heftiya bihorî 5ê Îlonê ve propagandaya ji bo referandumê bi fermî dest pê bûye.

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.625 seconds