Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî: Tenê du heftî man, emê dîrokek nû binivîsin

Ji aliyê RÛDAW 10-9-2017
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ku tenê du heftî man, ku gelê Kurdistanê biryar li çarenivîsa xwe bide û dengê xwe bigihîne cîhanê. Barzanî tekez kir, ku divê navendên biryarê li cîhanê dengê gelê Kurdistanê bibihîsin.

 

Mesûd Barzanî îro bi helkevta pênce û şeşemîn salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê bi serkirdatiya rêberê nemir ê netewî Mela Mistefa Barzanî, peyamek weşand.

 

Barzanî di peyama xwe de dibêje, ku îsal salvegera Şoreşa Îlonê di demekê de ye, ku tenê du heftî mane heta ku gelê me biryara xwe ya ji bo serbestî û azadiyê bi hemû cîhanê rabigihîne û mizgîniyê bide hemû şorş û şehîd û qurbaniyên Kurdistanê.

 

Di peyamê de tê gotin: “Îro salvegera pencih û şeş (56) saliya destpêkirina şoreşa mezin a Eylûle (Îlonê) ye , şoreşek ku bawerî bi xwebûn û îrade di dilê hemû takekî Kurdistanê de dirust kir. Îsal salvegera şoreşa Eylûlê di demekê de ye, ku tenê du heftî mane heta ku gelê me biryara xwe ya ji bo serbestî û azadiyê bi hemû cîhanê rabigihîne û mizgîniyê bide şoreşa Eylûlê û hemû şoreş û berxwedanên dinên gelê me û berhemê wan hemû qurbanîdan û xweragiriyê biçîne. Gelê Kurdistanê şoreşa "Belê ji bo serxwebûnê" dest pê kiriye û di 25ê Îlonê de, dîrokekî nû tomar dike.”

 

 

Di beşeke din a payama xwe de, Barzanî diyar dike, ku hemû berxwedan û şoreşên gelê Kurdistanê ji bo azadî û serxwebûnê bûne û tekez kir, ku nabe xwîna law û xortên Kurd ku bi neheqî rijiaye, bê encam bimîne.

 

Barzanî wiha got: “Şoreşa Eylûlê (Îlonê) û hemû şoreş û berxwedanên dinên gelê me tenê ji bo azadî û serxwebûn bûne, nabe ku xwîna bi neheqrijiyayî ya xort û lawên gelê me bê encam be. Divê cîhan guh bide dengê azadîxwazên Kurdistanê, divê hawara 182 hezar enfalkiriyên Kurdistanê di navendên biryara cîhanê de bihê bihîstin, divê guh bidin nalîna 5 hezar şehîd û dehan hezar birîndarên Helebçe, divê cîhan guh bide hawara 8 hezar Barzaniyên enfalkirî û 12 hezar xortên bê serûşûn ên Kurdên Feylî, dengê şehîdan û kesukarên wan dibe "Belê ji bo serxwebûn" û di 25ê Îlonê de li dergehê wîjdana hemû cîhanê dide.”

 

Barzanî peyama xwe bi van gotinan bi dawî tîne: “Di salvegera şoreşa mezin a Îlonê de, em silav ji bo giyanê pakê hemû şehîdên rêya azadiya gelê me re dişînîn. Silav li Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê. Silav li gelê berxwedêr ê Kurdistanê.”

 

Şîrove

 
 Seid Ferhad Seid Mistefa
Seid Ferhad Seid Mistefa | 10-9-2017
Wey Babo, Xwedê bike ez heta 2-Heftîyên din nemirim, da Serxwebûna Kurdistanê bibînim!🙃 Piştî 2-Heftîyan xem nake ku ez bimrim û dîsa bigehim Xwedayê dilovan!😊
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Malabadéya Silivan | 2017-10-19 5:32:52 PM
Herkes dizane ew ciye wéderé ti$tek núh níne.. Ka béje hún ci dikin jibuy Kurda? Hún weki meymuné " Ez nabínim, ez ti$tek nakim u ez nabizim" dikin.....
CIA: Em agahdar bûne Qasim Silêmanî  çûye Kerkûkê
| 13 demjimêr berê | (1)
Ka | 2017-10-19 3:51:40 PM
Ka serbazîyeke Kurda yekgirtî li kêderê ye ku vî miletê Kurd biparêze.Ka pêshmerge?!,Ka HPG,?!Ka YPG/YPJ ?! Guhê xwe vêcarê bidin merivek hejar û...
Heşda Şeibî li Xurmato 15 kurd şehîd kirin
| 16 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| Duh vî demî 02:39 | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| Duh vî demî 10:25 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.562 seconds