Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Parlamenterê AK Partiyê: Ji bo giştpirsiya Kurdistanê vîneke bihêz heye

Ji aliyê SERKAN İNCE 10-9-2017
Rûdaw

Rûdaw(Amed) – Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglû li Kurdistanê ji bo giştpirsiyê vîneke bihêz heye.

 

Parlamenterê AK Partiyê yê kurd Galîp Ensarîoglû têkildarê çareseriya pirsa Kurdî li Bakur û Tirkiyê û giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bersiva pirsên Rûdawê da.

 

Galîp Ensarîoglû tevlî kongreyên partiya xwe yên li navçeyên Farqîn û Karazê bû. Ensarîoglû der heqê pirsa Kurdî û Giştpirsiya Serxwebûna Başûr de li kongreya partiya xwe li qezaya Karazê ji Rûdawê re axivî.

 

Li ser pirsa ku “Gelo AK Partî ji çareseriya pirsa Kurdî dûr ketiye û Kurdan paşguh dike” Ensa-rîoglû diyar kir ku di warê çareseriya pirsa Kurdî de hemû gavên ku hatine avêtin bi saya AK Partî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan pêk hatiye.

 

Ensarîoglû wiha got: "AK Partiyê ne Kurd ne jî cugrafya Kurdî paşguh nekiriye. Ger partiya me pişta xwe bida Kurdan û Kurd paşguh bikira, ma dibû partiya yekem? Li bajarên Kurdî partiya me partiya yekem e. Ji ber ku AK Partiyê gelê Kurd paşguh nekiriye. Ger partiya me jî wekî CHP û MHPê Kurd paşguh bikira dê hingê wekî wan tenê tabeleya wê li cugrafya Kurdî bima. CHP û MHP ji ber Kurd û çareseriya pirs Kurd paşguh kir li erdnîgariya Kurdan neman. Dema CHP û MHPê Kurd tune hesibandin û paşguhkirin hingê Kurdan jî ew tune hesibandin."

 

Îro li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê li ber Deriyê Xabûrê (Deriyê Îbrahîm Xelîl) bi qasî sê kîlometiran wesayît ketibûn dorê. Ev yek ji aliyê hinek kesan ve wekî nîşaneyên nerazîtiya Tirkiyê li beramberê giştpirsiyê û egera girtina deriyan hat nirxandin.

 

Têkildarê egera girtina deriyên gumrugê yên li ser sînorên Başûr û Bakur ji aliyê Tirkiyê ve jî Parlamenterê AK Partiyê Galîp Ensarîoglû axivî û destnîşan kir ku li Kurdistanê ji bo giştpirsiyê vîneke bihêz heye.

 

Ensarîoglû wiha pê de çû: "Ji bo sazbûna Giştpirsiya Serxwebûna Kurdistanê vîneke bihêz heye. Xuyaye di ber sazkirina giştpirsiyê ti astengî tune ye. Daxuyaniyên birêz Serokomar, Serokwezîr û Wezîrê Derve yên di vî warî de ji bo derbirîna hinek nîgeraniyan bûn. Ji ber ku li Ro-jhilata Navîn gellek tevlihevî hene, gelo ev giştpirsî jî dikare aloziyên li Rojhilata Navîn kûrtir û zêdetir bikin."

Şîrove

 
Cemal Aslan | 10-9-2017
Kurd ne Xaine Koka xwe buna. Je suve Var u mal buna un tev kurbana ahmede Xane bivin. Keseki ist ce fem nekir u nisanin Cine ci. Nebeje Mire Bitlisi

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

MAJEED | 2017-10-23 10:38:57 AM
Bre kafirler
Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Mafên kurdan nedane
| 13 demjimêr berê | (1)
mardinov | 2017-10-23 8:29:49 AM
bi çi wijdan, bi çi ahlaq, bi çi rumetî? Gelo li tevahîya dinyê xiyanetek bi vî rengî heye?
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-23 10:15:49 AM
Bi Xwedê te Sêdarê ji bidin her kême Bavilê Xaîn...piştî van hemû şehîdbûna Pêşmerge û Kurdên Sivîl çewa tû dibêjî Rêkeftin bi rûmet bî hey Xwêrî!...
Pavel Talebanî: Rêkeftineke birûmet bû
| 13 demjimêr berê | (2)
cd | 2017-10-22 9:10:40 AM
vanan listekin xwe mexapinin ,hesdi seibi u erdogan bi hevra va pilana li tehrane cekirin.hesdi seibi digot xuna kurdan herame birijine,ka ? ,bi...
kürd | 2017-10-23 8:23:52 AM
hasaooooooo playzi her kürde bı namus u bı şeref daykete nasbıke küre kahpe beji iraniye Humeyni nağleti hatıbı malave dı harba 81 de beji ...
Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin
| Duh vî demî 11:57 | (2)
Adalet | 2017-10-23 5:18:03 AM
Waaaaaaaa, we cirand bavo. 600 CE???? Dewleta Irakê und Hedda Sabi kesi nakûje. EV agahdari derewin!!!!!!
Zêbarî: Heşda Şeibî 600 Kurd li Kerkûkê û Xurmatoyê kuştine
| 23 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.625 seconds