Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî: Kerîm Zend kesatiyekî niştimanperwerê Kurdistanê bû

Ji aliyê RÛDAW 10-10-2017
Mesûd Barzanî
Mesûd Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de bi boneya koça dawî ya dîrokzanê Kurd, Kerîm Zend, wî weke kesatiyekî niştimanperwer ê Kurdistanê bi nav dike û dibêje, ku wî roleke giring hebûye û bi sedan gotar diyariyê gelê xwe kiriye.

 

Îro sêşemî 10ê Cotmeha 2017ê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber koça dawiya nivîskar, dîroknivîs, lêkoler û rewşenbîrê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Kerîm Zend, peyameke serxweşiyê belav kir.

 

Mesûd Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Nûçeya koça dawî ya mamosta û dîroknivîs û rewşenbîrê navdar û kesatiyê niştîmanperwer ê Kurdistanê, mamosta Kerîm Zend ez xemgîn kirim.”

 

Barzanî di peyama xwe de behsa rol û xebata mamosta Kerîm Zend kiriye û daye xuyakirin: “Mamostayê xwedê jêrazî, xebatgêr û niştîmanperwerekî kedkarê gelê me bû. Yek ji wan dilsozane ku xizmeta Komara Kurdistanê li Mihabadê kir û bi dirêjahiya jiyana xwe ya wekî mamosta, dîroknivîs, lêkolîner û rewşenbîrekî bi ezmûn û bi şiyan, rolekî girîng dîtiye û dehan kitêb û sedan gotarên warê dîrok û cografya de ji bo gelê xwe kiriye diyarî.”

 

Barzanî hexemiya xwe li gel malbata Kerîm Zend û mamosta û rewşenbîrên Kurdistanê mîşan dide û radigihîne: “Di vê helkevta xemgîn de ji dil ve serxweşiyê li we yên birêz û kesûkar û xizmên we û hemû dost û hevalên mamosta û rewşenbîrên Kurdistanê dikim û xwe hevbeşê xema we dizanim.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de jî tekez dike: “Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê pakê Mamosta Kerîm Zend bixe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê jî bide hemû aliyekê.”

 

Dîroknivîs, gerok û nivîskarê kurd Kerîm Zend di temenê xwe yê 93 salî de li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir.

 

Kerîm Zend di sala 1924ê de li taxa Melkendî ya Silêmaniyê ji dayik bûye û xwendina xwe ya destpêkê li vî bajarî temam kiriye.

 

Zend di sala 1944ê de li Bexdayê xaneya mamostetiyê qedandiye. Di sala 1946ê de beşdarê damezrandina Komara Kurdistanêya Mihabadê bûye û paşî li gel Mele Mistefa Barzanî berê xwe daye Yekîtiya Sovyetan.

 

Kerîm Zend di seranserê jiyana xwe de 40 pirtûkên destnivîsa xwe amade kiriye. 15 pirtûkên wî yên derbarê corgrafya û dîroka Kurdistanê de hene.

 

Dîroknas û gerokê kurd, li her çar parçeyên Kurdistanê û gelek welatên cîhanê geriyaye.

 

Herwiha ew xwediyê Madalyaya Rêzgirtin3e ya Barzaniyê Nemir e.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Serhad | 2018-02-22 6:14:13 AM
Heyrana çavên te !! Divê hemu kurdên bakur sud ji vê nuçeyên verbigrin.
Malbateke Brîtanî ji bo fêrbûna Kurdî hatin Duhokê
| Duh vî demî 11:49 | (1)
Kurdo | 2018-02-20 5:47:37 AM
Sirûştîya Doza Herêma Efrînê ya neteweyî,wek Herêma Kobanîyê û Cizîrê ye!Bi Du serîya an bi Du cara,ji neteweya xwe ya eslî hatîne ceza û perçe...
Deniz Umut | 2018-02-20 10:24:23 AM
Rêyên siyasî nemane birêz..Tirkiye bi çekên mezin êrîş dike...Ji kerema xwe re ew hêza çekdarî ku hûn behsdikin bila keremkin bên Efrînê ligel ypg...
Berpirsê ENKSê: Em dê berevaniya Efrînê bikin
| 19-2-2018 | (2)
Cemal Aslan | 2018-02-19 6:30:47 PM
Deste te xwes Iro rojane heute.
Efrîn, planeke herêmayetî li dijî Kurd
| 19-2-2018 | (1)
LOL | 2018-02-19 2:51:44 PM
Seat Xweş.
KERKÛK – DAIŞê 27 çekdarên Heşda Şeibî revandin
| 18-2-2018 | (1)
0.563 seconds