Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Kerîm Zend temenê xwe bo parastina netewa xwe derbas kir

Ji aliyê RÛDAW 10-10-2017
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawî ya Kerîm Zend peyamek da.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawî ya Kerîm Zend peyamek da.

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber koça dawî ya dîroknivîs û rewşenbîrê Kurd Kerîm Zend peyameke sersaxiyê belav kir û tê de dibêje, mamosta Kerîm Zend temenê xwe ji bo parastin û xizmetkirina nasnameya netewa xwe bexşî.

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Mixabin ku nûçeya koça dawî ya mamosta Kerîm Zend gihîşt me. Em serxweşiyê li malbat û dostên mamosta û hemû rewşenbîran û gelê Kurdistanê dikin.”

 

Nêçîrvan Barzanî herwiha gotiye: “Mamostayê Xwedê jê razî ku dîroknas û cografînasekî diyar ê gelê me bû, gelek salên temenê xwe bo parastin û xizmetkirina nasnameya netewa xwe bexşî û çend berhemên nawaze û degmen pêşkêşî kitêbxaneya Kurdî kir, ku bûne çavkaniyên giring bo nivş bi nivşê lêkoler û xwandekaran.”

 

Barzanî amaje bi wê jî kiriye, ku “rihê niştimanperwerî û amadeyiya mamostayê Xwedê jê razî bo xebata di ber azadiya netewa xwe de rastiyek e ku hewceyî ti belgeyan nake û beşdarîkirina wî di Komara Kurdistanê de li Mihabadê û Şoreşma Îlona mezin de bi hizir û pênûsa xwe ya bihêz, belgeyên wê rastiyê ne.”

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa rola mamosta Kerîm Zend piştî raperîna sala 1991 a li Başûrê Kurdistanê jî dike û dibêje: “Piştî raperîna mezin a 1991 a gelê Kurdistanê jî rola wî ya bi bandor hebû di ware dîrokî û rewşenbîrî û perwerdeyiyê de. Bi koça dawî ya mamosta Kerîm Zend, gelê Kurdistanê rewşenbîr û dîroknas û şiyaneke mezin û dilsoz ji dest da.”

 

Kerîm Zend îro li Silêmaniyê wefat kir

 

Dîroknivîs, gerok û nivîskarê kurd Kerîm Zend di temenê xwe yê 93 salî de li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir.

 

Kerîm Zend di sala 1924ê de li taxa Melkendî ya Silêmaniyê ji dayik bûye û xwendina xwe ya destpêkê li vî bajarî temam kiriye.

 

Zend di sala 1944ê de li Bexdayê xaneya mamostetiyê qedandiye. Di sala 1946ê de beşdarê damezrandina Komara Kurdistanêya Mihabadê bûye û paşî li gel Mele Mistefa Barzanî berê xwe daye Yekîtiya Sovyetan.

 

Kerîm Zend di seranserê jiyana xwe de 40 pirtûkên destnivîsa xwe amade kiriye. 15 pirtûkên wî yên derbarê corgrafya û dîroka Kurdistanê de hene.

 

Dîroknas û gerokê kurd, li her çar parçeyên Kurdistanê û gelek welatên cîhanê geriyaye.

 

Herwiha ew xwediyê Madalyaya Rêzgirtin3e ya Barzaniyê Nemir e

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Serhad | 2018-02-22 6:14:13 AM
Heyrana çavên te !! Divê hemu kurdên bakur sud ji vê nuçeyên verbigrin.
Malbateke Brîtanî ji bo fêrbûna Kurdî hatin Duhokê
| Duh vî demî 11:49 | (1)
Kurdo | 2018-02-20 5:47:37 AM
Sirûştîya Doza Herêma Efrînê ya neteweyî,wek Herêma Kobanîyê û Cizîrê ye!Bi Du serîya an bi Du cara,ji neteweya xwe ya eslî hatîne ceza û perçe...
Deniz Umut | 2018-02-20 10:24:23 AM
Rêyên siyasî nemane birêz..Tirkiye bi çekên mezin êrîş dike...Ji kerema xwe re ew hêza çekdarî ku hûn behsdikin bila keremkin bên Efrînê ligel ypg...
Berpirsê ENKSê: Em dê berevaniya Efrînê bikin
| 19-2-2018 | (2)
Cemal Aslan | 2018-02-19 6:30:47 PM
Deste te xwes Iro rojane heute.
Efrîn, planeke herêmayetî li dijî Kurd
| 19-2-2018 | (1)
LOL | 2018-02-19 2:51:44 PM
Seat Xweş.
KERKÛK – DAIŞê 27 çekdarên Heşda Şeibî revandin
| 18-2-2018 | (1)
0.515 seconds