Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Balyozê Almanyayê: Aramiya Kurdistanê ji bo me pir giring e

Ji aliyê RÛDAW 10-10-2017
Hevdîtina Serok Barzanî û Balyozê Almanya li Iraqê
Hevdîtina Serok Barzanî û Balyozê Almanya li Iraqê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê got: “Gelê Kurdistanê di proseyekî aştiyane de deng daye û referandûm îradeya gelê Kurdistanê derxistiye.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja Sêşem 10.10.2017, li Selahedînê li gel Balyozê Almanya li Iraqê Sîrîl Nan hevdîtinek pêk anî.

 

Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya Serokatiya Herêmê, di hevdîtinê de Balyozê Almanya li Iraqê helwesta welatê xwe ya di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û karvedanên piştî referandûmê ragihand û got, ku aramî û silametiya Herêma Kurdistanê ji bo welatê wî gelek girîng e.

 

Sîrîl Nan daxwaz kir ku aloziyên di navbera Hewlêr û Bexda de werin çareserkirin û diyar kir, ku Almanya amade ye ji bo çareseriyê alîkariyê bide herdu aliyan, ji ber ku ev rewş ziyanê dide herdu aliyan.

 

Serok Barzanî jî da xuyakirin, ku gelê Kurdistanê di proseyekî aştiyane de deng daye û referandûm îradeya gelê Kurdistanê derxistiye.

 

Mesûd Barzanî tekez kir, ku Herêma Kurdistanê naxwaze alozî zêde bibin û ew amade ne li gel Bexdayê bêyî merc û bi ajandayekî vekirî guftıgoyê bikin.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-24 1:37:07 PM
Heger,navê Kusret Resul bi mirazê Hêro Îbrahîm Ahmed be,bê goman, navê Kusret Resul naçe nav Rûpelên Dîroka Neteweya Kurd a sipî û serwer.Ma çi hebû ...
Hêro Îbrahîm nameyeke tund ji Kosret Resûl re şand
| 9 demjimêr berê | (1)
hussein Cheikhi | 2018-02-24 9:32:35 AM
Roj Ba§ Bira Besam mustafa, îro min nivîsya te ya bi navê " ziman yek ji nasnameyê gelan e" xwend. ji demek dirêj ve, ez dixwazim bîr û bahweriya...
Ziman yek ji nasnameya gelan e
| 22-2-2018 | (1)
Deniz deniz | 2018-02-23 12:20:00 PM
Li gorî min li erdnigariya Efrînê baran ba û bahoz nîne...Erdogan nizane ewê çawa ji Efrînê derkeve..Agahiyek din bidim we. Niha Erdogan ji Rusyayê...
Erdogan: Piştî Efrînê dora Minbicê û rojhilatê Firatê ye!
| Duh vî demî 03:06 | (1)
B.ay | 2018-02-22 6:52:59 PM
Deste te xwes kek selahedin.sozial Demokraten Alman, dewe wan pir gotinan dibejin le ji derewan re pir jihatine ji bo bercewendiyen welaten xwe hemi...
Destbiser
| 22-2-2018 | (1)
0.516 seconds