Li Başûrê Kurdistanê yekemîn berf barî!

10-11-2015
RÛDAW
Hacî Omran-Ferf
Hacî Omran-Ferf
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Li Başûrê Kurdistanê zivistan zû hat û li hinek deveran berf barî.

Ev çend roj in li Başûrê Kurdistanê baran dibare û li gellek bajar û deveran jî lehî rabûye.

Lê îro danê sibê li bajarokê Çoman û gundê Hacî Omeranê yên Hewlêrê berf barî. Ji ber berfê, banên xanî û çiyayên derdorê spî bû.

Rêveberê Keşnasî û Erdheja Kurdistanê Fazil Îbrahîm jî ragihand, berf dê heta îro danê êvarê bidome.

Li gorî wêneyên ku hogirên Rûdawê şandine, li gundên nêzîkî Hewlêrê her wiha li çiyayên derdora Dihokê jî berf bariye.

Yek ji wan hogiran bi navê Welîd Ebdullah gotiye, li gundê me berfek wisa bariye ku par vî çaxî berfek wisa nebarîbû. 












Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst