Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê serdana leşkerên birîndar kir

Ji aliyê RÛDAW 10-11-2018
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar serdana leşkerên birîndar kir (Wêne:AA)
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar serdana leşkerên birîndar kir (Wêne:AA)

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku di teqîna cebilxaneya leşkerî ya Şemzînanê de 26 leşkerên wan birîndar bûne û ji bo dîtina leşkerên wenda jî dest bi kar û xebatê kirine.

 

Piştî teqîna cebilxaneya qereqolekê li navçeya Şemzînan a Colemêrga Bakurê Kurdistanê ku di encamê de 26 leşker birîndar bûn û 7 jî wenda bûn, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, Serokerkanê Tirkiyê Yaşar Guler û Fermandarê Hêzên Bejayî Umit Dundar li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê serdana leşkerên birîndar kirin.

 

Akar di serdana xwe de ragihand ku heta niha sedema teqîna cebilxaneyê nayê zanîn û di bûyerê de 26 leşkerên wan birîndar bûne. Akar got: "Teqîn biçûk jî bin, kêm jî bûbin berdewam in. Herwiha agir jî berdewam e. Kar û çalakiyên me jî berdewam in. Mixabin ji saet 02:00ê ve agir berdewam e. Hemû erkên îdarî, edlî û teknîkî hatine dabeşkirin. Piştî van karan em dê bizanin ka sedem çi bûye."

 

Hulusi Akar got: "Teqînên nav baregahê leşkerî, biçûk jî bin, lê berdewam in û heta niha agir jî nehatiye kontrolkirin. Çalakiyên vemirandina agir û sarkirinê berdewam in. Bi rêya firokeyên bê firokevan havkarî didome. Hemû feyleq, lîwa û fewcên derdorê hevkar in daku di zûtirîn dem de rewş were kontrolkirin. Mixabin heta saet 02:00ê berê sibehê agir nehatibû vemirandin. Hemû kar û xebatên yasayî, kargêrî û teknîkî tên kirin daku bizanin sedema bûyerê çiye. Hêvîdar im ew leşkerên ku heta niha wenda ne di zûtirîn dem de bên dîtin û hevalên me yên birîndar jî baş bibin."

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.391 seconds