Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Kerkûkê kesek hat kuştin

Ji aliyê RÛDAW 10-12-2018
Berdevkê Polîsê Kerkûkê dibêje, kesê hatiye kuştin, pêşmerge bûye.
Berdevkê Polîsê Kerkûkê dibêje, kesê hatiye kuştin, pêşmerge bûye.

Hewlêr (Rûdaw) – Li taxa Letîf Ava ya Kerkûkê teqe li kesekî hat kirin û hat kuştin. Berdevkê Polîsê kerkûkê jî dibêje, kesê ku hatiye kuştin, pêşmerge ye û her li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

 

Berdevkê Polîsê Kerkûkê, Efrasiyaw Kamîn Weys di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “êvara roja Yekşembiyê li taxa Letîf Ava ya Kerkûkê şer di navbera sê kesan de derket.”

 

Efrasiyaw Kamîn Weys got, “du kesan ku birayê hev bûne, teqe li kesê dêyem ê bi navê Elî Osman Salih kirine û di encamê de Elî Osman her li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.”

 

Berdevkê Polîsê Kerkûkê tekez kir: “Kesên ku gulle berdane, naskirî ne û fermana desteserkirina wan hatiye dan, lê belê herdu kes reviyane û heta niha nehatiye desteserkirin.”

 

Bi gotina Berdevkê Polîsê Kerkûkê, kesê ku di bûyera duh şev de li Kerkûkê hatiye kuştin, pêşmerge bûye û ji dayikbûyê sala 1989ê ye.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| Duh vî demî 09:29 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| Duh vî demî 07:29 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.562 seconds