Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

"Polonya dixwaze li Kurdistanê û deverê çalak bibe"

Ji aliyê RÛDAW 10-12-2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Alîkariyên Mirovî ya Polonya, Beata Kempa tevî şandeke pê re bi serdanekê li Herêma Kurdistanê ye, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Polonya jî dibêje, Polonya dixwaze li Herêma Kurdistanê û Iraqê û herwiha Rojhilata Navîn çalak bibe û ev serdan jî destpêkeke nû di pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Polonya de ye.

 

Wezîra Alîkariyên Mirovî ya Polonya, Beata Kempa û şanda pê re êvara duh Yekşembiyê gihîştin balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî ve hate pêşwazîkirin.

 

Di derbarê serdana vê şandê de bo Kurdistanê, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Polonya, Ziyad Reûf di daxuyaniyeke rojanmevanî de ragihand: “Armanca Beata Kempa, wezîra karûbarên mirovî ya Polonya ev e, ku serdana kempa awareyan bike û piştre jî çend civîn û hevdîtinan li gel berpirsên Herêma Kurdistanê saz bike.”

 

Li gorî agahiya, wezîra Polonî û şanda pê re dê du rojan li Herêma Kurdistanê bin û di vê serdanê de wezîra Polonî dê serdana çend kampên awareyan bike.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Polonya, Ziyad Reûf ragihand: “Wezîra Polonî dixwaze ji nêzîk ve agahdarê rewşa wan awareyan be, ku di kampên li Herêma Kurdistanê de nîştecih in, bi taybet rewşa awareyên Mesîhî û Êzidî, herwiha awareyên Sûriyê û yên navexweyê Iraqê, daku bikarin alîkariya Kurdistanê bikin.”

 

Ziyad Reûf herwiha got: “Siyaseta hikûmeta Polonya ev e, ku penaberan li welatê xwe wernagire, lê di hember de alîkariya awareyan li welatên wan bi xwe dike.”

 

Bi gotina Ziyad Reûf, “Polonya dixwaze dubare çalak bibe, ne tenê li Kurdistanê û Iraqê, lê belê li Rojhilata Navîn jî. Ev serdan jî destpêkeke nû ye di pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Polonyayê de.”

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| Duh vî demî 09:29 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| Duh vî demî 07:29 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.703 seconds