Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

PDK/YNK - Komîteyeke hevbeş ê referandûm û serxwebûnê tê avakirin!

Ji aliyê RÛDAW 11-1-2017
PDK û YNK îro li Hewlêrê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Şanda YNKê ligel şandeke PDKê civiya û di civînê de pirsgirêkên siyasî û aborî yên Herêma Kuridstanê hatine gotûbêjkirin û ragihandin, ku ew dê piştgirî û hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.

 

Îro li Hewlêrê şanda YNKê ya di bin serokatiya Cîgirê Yekem ê Sekreterê Gîştî Kosret Resûl de ligel şandeke PDKê ya di bin serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de civiya. Di civînê de pirsgirêkên siyasî û aborî yên Herêma Kuridstanê hatine gotûbêjkirin.

 

Piştî civînê bi navê polîtbûroya her du partiyan daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û ragihandin; “Di civînê de derbarê pêşxistin û guncandina pêwendiyan gotûbêj hatine kirin. Bi taybetî jî mijarên weke hikûmranî, pêwendiyên Kurdistanî, pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên ligel hikûmeta Iraqê û welatên  hatine nirxandin.”

 

Polîtbûroya PDK û YNKê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kirin, ku derbarê çareserkirina krîza darayî guftûgo pêkanîne û ragihandin; “Piştgirî û hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.”

 

PDK û YNK diyar dikin, ku di civîna xwe de mijara peydakirina rêşûnên guncaw ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bi taybet jî mijara çalakkirina parlamentoyê gotûbêj kirine.  

 

Li gorî ragihandinê di civînê de biryar hatiye dayîn komîsyonek bê avakirin, ku nûnertiya hemû aliyên siyasî û pêkhateyên neteweyî jî bike, ev komîsyon mijarên weke pirsgirêka herêmên 140, referandûm û serxwebûna Kurdistanê yekalî bike.  

 

Polîtbûroya her du partiyan tekez dikin, ku ji bo çareseriya pirsgirêkan dê civînên wan berdewam bikin.

 

Pêşniyarên YNKê

 

Beriya civînê peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ragihand, YNK ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê projeyek amade kiriye û di projeyê de derbarê serokatiya Herêma Kurdistanê de pêşniyar hene.

 

Peyamnêrê me da zanîn, ku YNK pêşniyar dike, kursiya serokatiya herêmê li gel PDKê bimîne. Eger serokatiya herêmê ligel PDKê nemîne jî ji bo rêvebirina karûbarên serokatiya herêmê desteyek were pêkanîn, ku herî kêm ji du kesan pêk bê. Pêşniyara sêyemîn jî ew e, ku kesekî bê alî bibe serokê herêmê.

 

Peyamnêrê me daxuyand, ku pêşniyartên din ên YNKê wiha ne; “Serokeke nû yê parlamentoyê bê hilbijartin. Herwiha sîstema rêveberina wezareta samanên sirûştî bê sererastkirin. Ev wezaret serpereştiya şîrketên petrolê bike û şopandina karê berhemanîna petrolê bike, xwe tevlî firotin û dahata petrolê neke.”

 

Hêjayê gotinê ye, ku di şanda YNKê de Kosret Resûl, Mele Bextiyar, Omer Fetah, Qadir Hemecan, Sedî Ehmed Pîre, Rizgar Elî, Erselan Bayîz, Cefer Şêx Mistefa cîh digrin. Şanda PDKê de jî Nêçîrvan Barzanî, Fazil Mîranî, Îzedîn Berwarî, Azad Berwarî, Mehmûd Mihemed, Dr. Roj Nûrî Şawês, Kakemîn Necar û Dilşad Şehab pêk tê.

 

Şîrove

 
Zoro | 11-1-2017
Bese êdî! Deh sal jî derbas bibe hûn neçar'in bi dialogê pirsgrêkan çareser bikin. Bo çi wiha dirêj dikin?
Nîşankirin : YNK, PDK, Civîn
2443 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-06-22 11:34:32 PM
Osman,sîyasetê bike ema ne bi exlaqê Selahidîn Serokê xwe!Çû Zndana Edernê û li wir Serîyê Hespa resim dike.Ji bo Xudê sîyasetê bike da ku Tû Serokê...
Baydemir: Girtina Selahattin Demirtaş bi fermanê pêk hatiye
| 22-6-2017 | (1)
Baran B | 2017-06-21 1:53:39 PM
Madem babê wê ji Silêmanyê ye, ne ecîb û ne xerîbe ko ew dijî serxwebuna Kurdistanê ye.
Meredin | 2017-06-21 3:09:07 PM
Heger tu wan gotina tu diki, wilo xuiya diki Bave tê ne tî cuwamerê. Cimki wî Kurdaiyitî bi terê xes nedayê fehim kirin. Biji Serxwuabuna Kurdistanê...
Şaciwana Iraqê li dijî serxwebûna Kurdistanê ye
| 20-6-2017 | (7)
Zedan M. | 2017-06-14 7:14:56 AM
Tishtek bash ji mejiye aldaro dere Nina ,miroven parazit u xwe firosh gotin pere nabe .reka dur u direj kete pesh me kurden rojava ,em hevidaren ku...
Baran B | 2017-06-21 2:07:04 PM
Pkke û PYDe xodanê siyasetvanên wek Aldar .X ne. Her hinde mirf karît bêjît li ser pêŞniyara Aldarî.
Konfederalîzma xeyalî
| 16-6-2017 | (2)
serdar Budak | 2017-06-21 12:21:49 PM
slaw ez baverim dibê "nirxê sêrînî" bê nivîsin a ne " nirxê sêranî" roj bas. Dr Serdar ji Stockholm
Li Dêrika Hemko nirxê şêraniyê li gorî nirxê şekir e
| 21-6-2017 | (1)
0.453 seconds