Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Konsulxaneya Japonê li Hewlêrê bi fermî hat vekirin

Ji aliyê RÛDAW 11-1-2017
Bi amadebûna Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê Kon sulxaneya Japonê hat vekirin.

Hewlêr (Rûdaw) – Bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Dewletê Bo Karûbarên Derve yê Japonê Kentaro Sorouna û çendîn berpirsên kurdistanî û japonî, îro bi fermî Konsulxaneya Japonê li Hewlêrê hat vekirin.

 

Îro çarşemî 11ê Çileya 2017ê, di merasîmekê de bi fermî Konsulxaneya Japonê ya li Hewlêrê hat vekirin.

 

Di merasîma vekirina Konsulxaneya Japonê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Dewletê Bo Karûbarên Derve yê Japonê Kentaro Sorouna, Balyozê Japonê yê li Iraqê Fumio Iwai, Cîgirê Serokweîzrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Konsul Japonê yê li Hewlêrê Katsumi û çendîn rayedarên din ên kurdistanî û welatên din beşdar bûn.

 

Di merasîma vekirina Kobsulxaneya Japonê de, Balyozê Japonê yê li Iraqê Fumio Iwai gotarek pêşkêş kir û tê de tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên navbera Japonê û Herêma Kurdistanê kir.

 

Fumio Iwai herwiha ragihand, ku welatê wî ji bo pêşkêşkirina alîkariyan bi Herêma Kurdistanê amade ye.



 

Herwiha Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa jî gotarek pêşkêş kir.

 

Felah Mistefa li hember vekirina konsulxaneya li Hewlêrê, destxweşî li welatê Japonê kir û tekezî li ser xurtkirina pêwendiyên navbera Kurdistanê û Japonê kir.

 

Felah Mistefa herwiha vekirina Konsulxaneya Japonê ya li Hewlêrê bi pêngaveke giring û erênî ji bo paşxistina pêwendiyên navbera Hewlêr û Tokyo, bi taybet di warê siyasî û aborî de da zanîn.

 

Wezîrê Dewletê Bo Karûbarên Derve yê Japonê Kentaro Sonoura duh êvarî bi serdaneke fermî gihîştibû Kurdistanê û li gel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hevdîtin pêk anîbû.


Di hevdîtina li gel Serok Barzanî de, Kentaro Sonoura ragihandibû, ku Tokoy dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Hewlêrê re berfirehtir û xurttir bike û tekez kiribû, her ji ber wê çendê jî Japonê biyar daye konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke.



1932 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Cigdem | 2017-11-17 9:16:03 PM
Zor xweş e, spaa
Nihilîzm di navbera Turgenev û Nietzsche de
| 16-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-17 4:34:34 PM
Kurdino,bizanin hin çi dikin û çi dibêjin.Nênerê Trump Perbirsrarê derbarî karê li dîjî Daişê ye.Ne nûnerê Dadmendîyê û demokratîyê li Îraqê ye.Ema...
McGurk û Berhem Salih civiyan
| 17-11-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-11-17 9:59:31 AM
Divê "em" te li Bakurê Kurdistanê derxîn ne tû YPG û PYDê derxî! YPG û PYD li ser Erdê xwe ne, li ser Erdê Bav û Kalên xwe ne, lê tû li ser Erdê...
de | 2017-11-17 2:08:16 PM
naha mesele ne YPG ne ji PYD di saxse wandan dixaze qetliame pek bine ,dibe buka min ,dibe ez kece xwera dibem le tu fambike,erdogan wek mere bila...
Erdogan: Divê em PYD û YPGê ji Efrînê derbixin
| 17-11-2017 | (2)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-11-17 6:14:29 AM
"Tirkiye dixwaze Pêywendîyên xwe bi Kurdistanê re baş bike"??!! Piştî wê kû Tirkîyê di gel Îran û Îraqê Dest di nav Destê hev na, Kurdistan dorpêç...
Şener: Tirkiye dixwaze pêwendiyên xwe bi Kurdistanê re baş bike
| 16-11-2017 | (1)
0.25 seconds