Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Başûrê Kurdistanê piştî Almanya ji bo Tirkiyê duyemîn navenda bazirganiyê ye

Ji aliyê RÛDAW 11-1-2017
Rêjeya bazirganiya navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê daketiye, lê piştî Almanya, Kurdistan hêj di refa duyem şirîkê bazirganiyê yê Tirkiyê de ye.

Amed (Rûdaw) - Herêma Kurdistanê ji bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê piştî Almanyayê navendeke duyemîn e. Beriya şerê DAIŞ'ê salane 12 milyar dolar ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hinarde bo Başûrê Kurdistanê dihate kirin, lê niha ev rêje daketiye 7 milyar dolarî.

 

Herêma Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê yek ji navendên serekê yên hilberîna Amedê û Bakur e. Hinardeya ji Bakur û Tirkiyeyê bo Iraqê û Başûrê Kurdistanê heta sala 2013'an jî salane 12 milyar dolar bû. Lê ji ber şerê DAIŞ'ê heta sala 2016'an ev reqem daket 7 milyar dolarî. 

 

Ji aliyekê din ve biryara li Hewlêrê lidarxistina korbendeke bazirganiyê ku di serdana Herêma Kurdistanê de ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim ve hate aşkerekirin, dilê karsazên Amedê xweş kir.

 

Mihemed Kirici ku hem xwediyê fabrîqeya kabloyan e û hem jî rêveberê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Amedê DOSÎAD'ê ye, dibêje îsal ji ber kêmbûna hinardeyê 10 fabrîqe li Amedê hatine girtin. Hinardeya wî jî beriya şerê DAIŞ'ê û krîza aboriyê salane 120 barhilgir bûye. Lê niha ji sedî 60 hinardeya wî ketiye. 

 

Karsaz û Sekreterê DOSÎAD'ê Mihemed Kirici ji Rûdawê re behsa bazirganiya li gel Herêma Kurdistanê kir û ragihand: “Bazirganiya me ji sedî 60 daketiye. Ji sedî 40 maye. Me berê mehane 10 TIR kablo dişand, lê niha em tenê mehane 4 TIR dişînin Başûr. Hêviya me ew e ku ligel Başûr û Iraqê bazirganiya me zêdetir bibe.” 

 

Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim di serdana Herêma Kurdistanê de aşkera kir ku ew ê li Hewlêrê korbendeke (forumeke) aboriyê li dar bixin. Karsazên li Amedê dixwazin ev pêngav zû bê avêtin û ji bo bipêşxistina bazirganiya Kurdistanê û Tirkiyeyê wezareteke taybet a bazirganiyê bê avakirin. 

 

Serokê GUNGÎAD'ê (Komeleya Karsazên Ciwan ên Amedê) Hakan Akbal jî li ser vê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got: “Divê wezareteke taybet bê avakirin. Ev wezaret dê hem bi Kurdistanê re û hem jî welatên Rojhilata Navîn re bazirganiyê bi pêş bixe. Divê sekreteryayek hebe ku bazirganî bi pêş bikeve. Ger gaveke wiha bê avêtin, dê herkes bizanibe ku Tirkiye çiqas cidî li ser vê mijarê disekine.”

 

Ji Amedê bo Başûrê Kurdistanê zêdetir berhemên weke zexîre, cil û berg, alav û amûrên avakirinê (înşaat) tên şandin. Lê daketina rêjeya hinardeyê bo Başûr hemû sektorên li Amedê xistine tengasiyê. 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
816 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Baran B | 2017-01-18 9:09:43 PM
Lazim hemî xelkê Dihokê xelatê rumetê, edeb, exlaq û rehmu birayetîyê pêşkêşî Zana Zekî biken.
Kurdekî 110 hezar dolar dît û li xwediyê wê geriya
| 18 demjimêr berê | (1)
silav | 2017-01-18 9:19:25 AM
Operasion li dijî PKK?
Bexda: Bi hezaran DAIŞî derbasî Tirkiyê dibin
| Duh vî demî 11:20 | (1)
Kurdo | 2017-01-17 11:45:35 PM
Çend ferq û cuda di navbera Nunerên Îranê û Nunerên Herêma Kurdistanê yên li Îranê wek Nazim Debax û Akreyî,heye!!Mixabin ku wisa Nuner bin.Çi ferqa...
Îranê navberkarê PDKê û YNKê kire balyozê xwe yê li Bexdayê
| Duh vî demî 11:41 | (1)
Cemsid | 2017-01-17 4:30:01 PM
EM dibejin Insallah di demek nêzik li Qamislo, Kobanê, Efrin...û pistre li Amed û muhabad ji vekê
Baran | 2017-01-17 7:37:04 PM
Xwezî niha me dîtiba ko Konsulxaneyaka wesan mezin ya Îsraîlê jî li Hewlêrê anjî li Dihokê hatba avakirin.
Amerîka ‘mezintirîn konsulxaneyê’ li ser asta cîhanê li Başûrê Kurdistanê vedike
| 16-1-2017 | (3)
0.141 seconds