Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Civata Wezîran a Kurdistanê dicive

Ji aliyê RÛDAW 11-1-2019
Civîneke Civata Wezîran a Kurdistanê, wêne: arşîv
Civîneke Civata Wezîran a Kurdistanê, wêne: arşîv

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê dicive û mijara sereke ya civînê bûdceya Iraqê ya 2019 û pişka Herêma Kurdistanê di vê bûdceyê de ye.

 

Sekretariya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di agahdarkirinekê de bo endamên encûmena wezîran ragihandiye, roja Duşmebiyê 14ê vê mehê (Çile), encûmena wezîran dê bicive û li gor zanyariyên Rûdawê, ev civîn taybet e bi bûdceya Iraq ya bo sala 2019 û pişka Herêma Kurdistanê ya di vê bûdceyê de.

 

Di (24-10-2018) de Civata Wezîran a Iraqê projeyasaya bûdceya Iraqê ya bo sala 2019ê şande parlamentoya wî welatî û parlamentoyê jî heta niha xwendina yekem û duyem bo vê projeyasayê kiriye.

 

Di projeyasaya bûdceya Iraqê de, hikûmeta Iraqê hatiye pêbendkirin, ku mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne.

 

Pêştir di projeyasayên bûdceyên Iraqê de %17 weke pişka Herêma Kurdistanê dihate dabînkirin, lê belê ew çend sal e, ku hikûmeta Iraqê destkarî di vê rêjeyê de kiriye û tenê %12.67ê bûdceyê weke pişka Herêma Kurdistanê terxan dike.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û fraksyonên Kurdistanî yên li parlamentoya Iraqê li dijî kêmkirina pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya giştî ya Iraqê ne û li ser vê yekê nakokiyên tund di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene. Herdu alî tevî danûstandinên di wê bareyê de, lê belê hêj negihîştine ti rêkevtinekê.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
674 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19-1-2019 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 19-1-2019 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.344 seconds