Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Nûnerên Xaminêyî û Qasim Sulêymanî serdana Kerkûk û Xurmatûyê kirin

Ji aliyê RÛDAW 11-1-2019
Rûdaw
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Elî Xaminêyî, Rêberê Komara Îslamiya Îranê yê li Iraqê tevî fermandeyekî payebilind ê Supaya Pasdaran a Îranê serdana çend navçeyên parêzgeha Kerkûkê û qeza Xurmatû li sînorê parêzgeha Selahedînê kirin.

 

Berdevkê Heşda Şeibî li Mîhwera Bakur, Elî Husênî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Ayetullah Mucteba Husênî nûnerê Elî Xaminêyî, Rêberê Komara Îslamiya Îranê yê li Iraqê tevî Fermandeyê Payebilind ê Supaya Pasdaran, Elî Iqbalpûr û Nûnerê Qasim Sulêmanî li Iraqê, serdana qezaya Xurmatû û gundên tirkmanî kirin.”


 

Elî Husênî got, “ev serdan peyamek e ku tê wê wateyê ku çavdêriya bavkane ya oldarên li necef û Qomê bo tirkmenan di her demkê de berdewam e.”

 

Berdevkê Heşda Şeibî li Mîhwera Bakur herwiha got: “Peyameke din a vê serdanê ev e, ku ji nêzîk ve ji navçeyên wêranbûyî yên tirkmenên Şîe li Xurmatû, Amirlî û hejmarek gundên din haydar bin, bi mebesta gihandina peyama akinciyên wan navçeyan bo Xaminêyî ku, em qurbaniyê didin û xeweragir û serkevtî ne, çimku em serbazên wîlayet û merceiyetê ne.”

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19-1-2019 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 19-1-2019 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.25 seconds