Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Piştî rêkevtina 7 aliyên Kurdî û HDPê nîqaşên navbera partiyên Kurdî berdewam e

Ji aliyê Mehdî Mutlu 11-1-2019
Hin kes û alî pêşwazî li rêkevtina navbera 7 aliyên Kurdî û HDPê dikin û hin alî jî ne bi wê rêkevtinê re ne.

Amed (Rûdaw) - Piştî rêkevtina 7 partiyên Kurdî bi HDPê re li ser beşdariya hilbijartinên 31ê Adarê nîqaşên di navbera bereyên siyasî de jî berdewam e. Ziman û şêwaza van nîqaşan li ser medyaya sosyal her diçe tundtir dibe, hatiye asteke wisa ku hîn kesên ku xwe li ser xeta netewî dibînin, serkirde û endamên partiyên ku bi HDPê re hevgirtin encam dane, bi îxanetê tewanbar dikin.

 

Her çend ev nîqaş li ser medyaya sosyal wek pirs û bersiv dimeşin jî di nav xelkê de jî rojev her ev rêkevtine, yên ku vê hevpeymaniyê erênî dibînin jî hene; lê yên ku vê yekê wek berjewendiya sexsî dibînin jî hene.

 

Welatiyê bi navê Murat Esen li ser rêkevtina 7 aliyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê bi HDPê re dibêje: " Hevgirtin bi her awayî ji her tiştê baştir e."

 

Ebdurrehîm Asî, welatiyekî din jî tekez dike: "Em tev Kurd in, bi her awayî divê yekîtî hebe, heke bi hev re rast bin ev 7 parti û HDP wê ji bo me Kurdan baştir be."

 

Kerem Erdem jî nêrîna xwe li ser vê rêkevtinê wiha nîşan dide: "Her kes ji bo berjewendiya xwe ye, baweriya min bi wan nayê."

 

Yek ji kesen ku di medyaya sosyal de li ser mijara rêkevtina 7 partiyên Kurdî û HDPê aktîf e Berpirsê berê yê Karûbarê Siyasî yê Hereketa Azadî Sidkî Zîlan e ku ew ji serî heta binî di nav gotûbêjên di navbera van partiyan û HDPê de cîh girtibû; lê ew dema gotûbêj berdewam bûn ji maseya rêkevtinê rabû; daxwaz kir ku Hereketa Azadî jî rabe; lê Azadî tevlê vê rêkevtinê bû û Mafnas Sitki Zîlan dest ji karê xwe yê Azadiyê berda.

 

Mafnas, Sidkî Zîlan li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihand: "Min xwe ji nav wê peymanê kişand; lê nayê wê wateyê ku ez li hember hevgirtina wan partiyan û HDPê me, bi şexsê min û Hereketa Azadiyê re xeletî û bêrêzî kirin, hîn kesên nav HDPê sînorê xwe derbas kirin û xwestin destkarî li ser berbijêrên partiya me bikin, ji bo wê yekê min xwe vekişand û ji Hereketa Azadiyê istîfa kir."

 

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û HAK-PAR jî li dervayê vê rêkevtinê ne. PAK û PSK dê li 5 bajarên Bakurê Kurdistanê namzedên xwe derbixin û herwisa ew pê bawer in  ku HAKPAR jî palpiştiya berbijêrên wan bike; lê ev gotûbêj hîn di navbera wan de negihîştiye qonaxa dawî.

 

Endamê Rêveberiya Navendî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) dibêje: "Em wek PAK û PSK wê berbijêrên xwe diyar bikin, bawer im wê HAKPAR jî palpiştiya berbijêrê netewperwer bike; herwisa em bang li hemû netewperwerên ku ji vê pêvajoyê nerazî ne dikin."

 

Di 7ê vê mehê de partiyên wek BDP, PDK, PDK-T, PPK, Hereketa Azadî û DDKD û PİA bi tevlîbûna hevserokên HDPê re li bajarê Amedê deklarasyona hevpeymaniyê eşkere kiribûn.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.594 seconds