Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Efrînê dest bi ser sedan malên xelkê de hatiye girtin

Ji aliyê RÛDAW 11-1-2019
Hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ji dema kontrolkirina Efrînê ve, dest danîne ser bi sedan malên Kurdan.

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî çavkaniyeke taybet ji herêma Efrînê, hêzên Tirkiyê ji destpêkê ve dest danîne ser hejmareke mezin ji malên sivîlan li Taxa Eşrefiyê, û hurgilî di vê derbarê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kirin.

 

Ji dema ku hêzên hikûmeta Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê navenda bajarê Efrînê kontrol kirine, wan hêzan destê xwe danîne ser bi sedan malên Efrîniyan.

 

Li Taxa Eşrefiyê, cadeya el-Fîl, artêşa Tirkiyê dest daniye ser 130 malên xelkê Efrînê.

 

Xwedanên wan malên desteserkirî ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji malên wan hatibûn derxistin.

 

Tevahiya tiştên di nav malan de û heta dergehên hesinî yên dukanan hatibûn talankirin.

 

Li gorî çavkaniyên xwecihî, ew cade bi temamî bi têlên bi strî hatiye dorpêçkirin.

 

Li gorî heman çavkaniyan, hêzên artêşa Tirkiyê 3ê tankên xwe li wê cadeyê bi cih kirine.

 

Hêzên artêşa Tirkiyê her wiha nîşanşikên li ser banê çend avahiyan li heman cadeyê bi cih kirine.

 

Li gorî çavkaniyên ji nav Efrînê, hêzên hikûmeta Tirkiyê wê cadeyê wekî navenda çavdêriyê ya sereke bi kar tînin.

 

Taxa Eşrefiyê mezxintirîn taxa bajarê Efrînê ye ku ji rêya gundê Tirindê li başûrê Efrînê dest pê dike û di ber qeraxên Çemê Efrînê re digihêje heta Pira sereke ya bajêr. Ji ber pirê jî di ber rêya Helebê re dest pê dike heta ku digihêje dergehê sereke yê rojhilatê Efrînê.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19-1-2019 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 19-1-2019 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.265 seconds