Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Qamişlo Însiyatîfa Netewî ya Kurdî hat avakirin

Ji aliyê RÛDAW 11-1-2019
Endamê Polîtburoya Partiya Pêşverû Ehmed Berekat

Hewlêr (Rûdaw) - Li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê 12 partiyan ve Însiyatîfa Netewî ya Kurdî hate avakirin û daxwaz ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hate kirin, ku tevlî civînên wê însiyatîfê bibin.

 

Endamê Polîtburoya Partiya Pêşverû Ehmed Berekat ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku ew hewl didin, bi tevahiya aliyên din re li hev bikin, daku lêvegerek ji bo hêz û aliyên Kurd li Sûriyê were avakirin û bi hev re karên hevbeş bikin.

 

Ehmed Berekat diyar kir: “Me cardin bang li PYDê jî, li ENKSê jî kir, lê mixabin nehatin beşdarî civînê nebûn. Civatê navek li xwe kir, navê Însiyatîfa Netewî ya Kurdî. Partiyên ku beşdar in, her 15 rojan carekê dê bicivin û kar bikin.”

 

Bereket destnîşan kir: “Ti pirsgirêka me bi ENKSê re tine ye. ENKS naxwaze tevlî civatê bibe. Em weke Partiya Pêşverû, weke civata îro em 12 partî rûniştine, ti pirsgirêka me bi ENKSê re tine ye. Em dixwazin bi ENKSê re danûstandin bikin, em dixwazin bi PYDê re danûstandin bikin. Em dixwazin bi hev re em bigihîjin helwesteke hevbeş a Kurdî. Lê ew naxwazin. Em hêvî dikin ENKS û PYD herdû jî cardin li sekna xwe binêrin, karibin ji van siyaset û xendeqên ku xwe xistine, derkevin û vekirî bin li ser miletê xwe û tevgera siyasî ya Kurdî.”

Şîrove

 
Îsmail Giriki | 12-1-2019
Insiyatif bu çiye? Ma nika zanin ku Ewan netewine? ji nuve bi xwe hesiyan ku insiyatif netewi avabikin bu netewebuna xwe?

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.515 seconds