Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Mûşê bav û kurek hespan ji guran rizgar dikin

Ji aliyê RÛDAW 11-2-2019
Bav û kur hespên ku xwediyê wan berdaye derve tînin xwedî dikin
Bav û kur hespên ku xwediyê wan berdaye derve tînin xwedî dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mûşê xortekî bi navê Yasîn Becerîklî yê18 salî û bavê wî hespên ku xwediyê wan berdaye derve tînin xwedî dikin û nahêlin hesp ji sermayê biqefilin û bibin xwarina guran.

 

Li gundê Karabeya girêdayî navenda Mûşê welatî havînê ji bo kişandina bar û karên din, hespan dixebitînin, dema dibe zivistan ji bo alif nedin hespan wan berdidin çolê. 




Hespên li çolê dimînin an ji sermayê telef dibin an jî gur wan dixwin.


Yasîn Becerîklî yê li Ayranciyê dijî ji bo ku hesp telef nebin hewleke mezin dide.




Becerîklî got ew hespan xwedî dike û hin gundî jî alîkariya wî dikin û kayê didin wiha pê de çû: “Ez rojê du danan hespan av didim. Di tewlê de alifê wan didim. Dema ka têrê nake gundî alîkariya min dikin. Ez naxwazim gur hespan bixwin. Vê zivistanê min 5 hesp girtin. Dema min ew dîtin ji birçîbûn û ji ber sermayê qefilî bûn. Li derva gelek hesp hene lê min nikaribû ez wan bigrim. Îhtimaleke mezin gur wan dixwin, an jî ji ber birçîbûn û sermayê telef dibin."




Mehmet Şîrîn Becerîklî yê bavê Yasîn jî got wîcdana wî qebûl nake ku hesp telef bibin û wiha axivî: "Em biharê van heywanan berdidin. Xwediyên wan ên berê tên bêyî ku haya me hebe hespan dibin. Dema em li hemberî wan derdikevin jî, me bi diziyê sûcdar dikin. Hemû gund dizane ku me ev ajel ji çolê anîn. Me nehîşt gur û ajelên kovî wan bixwin. Em bi hevkariyê van heywanan xwedî dikin. Em diçin kayê berhev dikin û didin hespan. Dema em havînê dibin li ser çêm ji bilî ku haya me hebe hildidin û dibin."

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.5 seconds