Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Bi dehan malbatên Turkmen li navçeyên Efrînê bicîh dibin

Ji aliyê HUSÊN OMAR 11-2-2019
Herêma Efrînê tê tirkkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî erebkirina herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, niha êdî tirkkirinê bi riya Turkmenan dest pê kiriye. Malbatên Turkmen li gundên deverê têne bicîkirin.

 

Li gorî çavkaniyên ku ji devera Bilbilê ji Rûdawê re axivîne, li tevahiya devera Bilbilê 743 malbatên Turkmen hatine niştecîkirin. Herwiha dibistan û navendên civakî jî tên vekirin, û ji bilî bilindkirina ala Tirkiyê û xwendina sirûdên tirkî, şagirt fêrî sembola Gurên Boz dibin ku sembola nijadperestên Tirk e.

 

Gundê Kotana yê herêma Efrînê niha bi sembolên xwe wek deverekê Tirkiyê xuya dibe. Li navendeke vehewandina zarokên sêwî ji bilî al û zimanê Tirkî, zarok tên fêrkirin daku bibin gurên boz. Li vê devera Bilbilê ya herêma Çiyayê Kurmênc tek kesekî Turkmen nebû. Lê niha li gorî çavkaniyên ku ji devrê zanyarî dane Tora Medyayî ya Rûdawê, prosesa tirkkirinê bi riya Turkmenan bilez tê meşandin û malbatên Turkmen li gundên deverê têne niştecîkirin.

 

Li tevahiya devera Bilbilê 743 malbatên Turkmen hatine niştecîkirin. Li navenda bajarokê Bilibê 300 malbatên Turkmen hatine niştecîkirin. Li gundê Bîbaka ser bi devera Bilbilê 135 malbatên Turkmen hatine niştecîkirin. Li gundê Kotana ser bi devera Bilbilê 120 malbatên Turkmen hatine niştecîkirin. Li gundê Qestelê Miqdêd ser bi devera Bilbilê 60 malbatên Turkmen hatine niştecîkirin. Li gundê Xelîlaka ser bi devera Bilbilê 50 malbatên Turkmen hatine niştecîkirin. Li gundê Berkaşê ser bi devera Bilbilê 35 malbatên Turkmen hatine niştecîkirin. Li gundê Qorta ser bi devera Bilbilê 30 malbatên Turkmen hatine niştecîkirin.  Li gundê Mehmûd Tobel ser bi devera Bilbilê 7 malbatên Turkmen hatine niştecîkirin. Li gundê Qota ser bi devera Bilbilê 6 malbatên Turkmen hatine niştecîkirin. Li gundê Qurnê û çend gundên din jî hejmarek malbatên Tirkuman hatine niştecîkirin.

 

Li gundê Bîbaka dibistanek bi serpereştiya Meclîsa Turkmenî û rêxistineke bi ser ve hatiye vekirin. Dibistan bi hemû nîşanên xwe, bi al, sirûd û zimanê Tirkiyê hatiye vekirin.

Şîrove

 
Efrînî | 12-2-2019
ENKS çi dibêje li ser vê mijarê? Yan jî alîgirên wê?
Nîşankirin : Efrîn, Bilbil, Turkmen
1498 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.484 seconds