Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Amed ji bo koçberan cihê herî bi aram e

Ji aliyê MAŞALLAH DEKAK 11-2-2019
Xelkê Amedê ji koçberan razî ne

Amed (Rûdaw) – Li bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê nêzîkî 4 milyon penaberên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dijîn.  Li gelek bajarên Tirkiyê di bûyereke biçûk de jî xelk bi awayeke girseyî êrîşê mal û dikanên koçberan dike, lê najarê Amedê ji bo koçberan cihê herî bi aram e û mêvanperwer e.

 

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê nêzî 4 milyon koçberên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hene. Li gelek bajarên Tirkiyeyê di bûyereke biçûk de jî xelk bi awayeke girseyî êrîşê mal û dikanên koçberan dike. Li Amedê jî ji 10 hezarî zêdetir koçberên Rojava û Sûriyê hene. Lê heta niha di navbera koçberan û Amediyan de tu şer û pevçûnek rû nedaye û ev ji bo koçberan cihê herî bi aram e û mêvanperwer e.


Li bajarên weke Stenbol, Hatay, Mereş û hin bajarên din gelek caran di navbera penaberan û xelkê wî bajarî de şer û pevçûn derdikevin. Li hin bajarên Tirkiyeyê mal û dikanên penaberan rastê êrîşên girseyî tên.


Li Amedê jî hejmara penaberan li ser 10 hezar kesî de ye lê heta niha tu şer û pevçûneke mezin rû nedaye. Piraniya koçberên li Amedê xelkê Rojavayê Kurdistanê ne lê hejmareke kêm a penaberên ereb jî hene ku xwe li vî bajarî girtine. Ehmed Nasîf jî yek ji penaberên ereb e ku li Baglara Amedê dikandarî dike. Ew dibêje xelk ji wan pir hez dike û ew li hemberî hev pir rêzdar in.


Penaberê Helebê Ehmed Nasîf ji Rûdawê re got: “ Ez ji Helebê me. Pênc sal berê koçberî Amedê bûm. Bi hevjîn û zarokên xwe re min xwe li vir girt. Min ji bo penaberan dikanek vekir. Di dikana xwe de kel û pel û şîraniyên Helebê difiroşim. Xelkê Amedê ji me pir hez dike. Cîrantiya wan gelek baş e. Heta niha tu tedayiyek, yan zextek li me nekirine. Ez ji wan pir hez dikim.”


Mixtara Taxa Muradiyê ya Baglarê Dîlek Demîr jî yek ji wan kesan e ku bi pirsgirêkên penaberan re eleqedar dibe. Ew dibêje koçberên ku ji Kobanî, Qamişlo û bajarên din ên Rojava hatine kesên gelek baş in û heta niha di navbera wan de tu pirsgirêkek rû nedaye.


Dîlek Demîr dibêje: “Milet pir alîkariya wan kir. Jixwe re dixebitin, li pey nanê xwe ne, li peynamûsa xwe ne. Bi rastî jî kesên pir baş in. Hurmetkar in.


Hem Amedî û hem jî koçberên Rojavayê Kurdistanê ku xwe li Amedê girtine, dibêjin ji ber ku çand û zimanê wan yek in, ew zêdetir ji hev fêm dikin. Hevtêgihiştin jî wisa dike ku ew derd û kulên xwe bi hev re parve bikin.


Şêniyê Amedê Naîf Aydemîr jî wiha got: “Yên Rojava pir baş in. Ew tev di nava me de ne. Em nizanin  kîjan in. Tev weke me ne.”


Koçberê ji Qamişlo Ehmed Omer jî got: “ Navbera me û wan pir xweş e. Em û wan li vir weke bira ne. Tu şer di navbera me de tune ye.”


Şêniyê Amedê Feysel Selen wiha axivî: “ Wileh şer tune ye. Em ji wan hez dikin. Ew jî ji me hez dikin.


Bajarê Amedê ji ber ku di hêla bêkariyê de bajarekî paşdemayî ye, gelek koçber digel ku dixwazin li Amedê bi cih bibin jî lê ji ber derfetên kêm ên peydakirina kar koçber zêdetir bajarên Tirkiyeyê tercîh dikin.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.547 seconds