Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Rêkeftina PDK û YNKê ji 18 xalan pêk tê

Ji aliyê RÛDAW 11-2-2019
Dîmenek ji civîneke PDK û YNKê
Dîmenek ji civîneke PDK û YNKê

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre ji Rûdawê re ragihand: “Rêkeftina navbera PDK û YNKê ji 18 madeyan pêk tê, egera zêdebûn û kêmbûna madeyan jî heye.”

 

Seidî Ehmed Pîre diyar kir, ku rêkeftin pênaseya şêweya pêkvebûn û şirîkatiya rasteqîn a navbera YNK û PDKê dike û got: “Divê ev şirîkatî rengê xwe bide warên aborî, bazirganî, siyaseta darayî û şefafiyet, hinardekirin û firotina petrolê, herwiha guhertina hêzên Pêşmerge ji hêza partî bo hêzeke niştimanî, bi pêvajoyeke wisa ku jê re reforma Wezareta Pêşmerge tê gotin.”

 

Roja 5ê Sibata 2019an, polîtburoyên PDK û YNKê civiyan û di civînê de lijneyek pêk anîn ji bo nivîsandina reşnivîsa rêkeftineke siyasî, daku polîtburoyên herdu aliyan îmze bikin û li ser wê biryar were dayîn.

 

Seidî Pîre got: “Ez û Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ji bo nivîsandina reşnivîsa rêkeftina siyasî hatin erkdarkirin, lê hêj rêkeftin temam nebûye, em gihiştine wê yekê ku heta niha %80yê wê bi dawî bûye. Tenê di hinek xalan de cudahiyeke me ya kêm heye.”

 

Biryar e berî civîna parlementoyê di 18ê vê mehê de PDK û YNK careke din li ser asta bilind bicivin. Endamekî Serkirdetiya YNKê diyar dike ku "ew reşnivîs tê amadekirin daku civîna bê ya polîtburoya herdu aliyan îmze bikin û li gel wan daxwaz û têbîniyên Goranê dide PDKê û dê bibe karnameya hikûmetê". Herwiha destnîşan kir ku li gor reşnivîsa rêkeftinê "herdu partî agahdarê siyaseta darayî ya hikûmet û dahatan dibin û di tevgera leşkerî de nêrîna YNKê tê wergirtin û di peywendiyên derve de YNK li gor pêgeh û giraniya xwe, berpirsyarî jê re tê dayîn.”

 

Piştî ku lijneyan reşnivîsa rêkeftina xwe daye polîtburoyên PDK û YNKê, ji bo îmzekirinê dê bicivin û piştre di wê civînê de YNK navê berbijêrê Serokê Parlementoyê bide PDK û piştre civîna parlementoyê dê were pêkanîn.

 

Şêwirmendê Polîtburoya PDKê Arif Ruşdî ji Rûdawê re ragihand: “Herdu aliyan gavên baş avêtine û li gor wê rêkeftina ku hatiye amadekirin, ji bo Bexda û derve û nava hikûmetê siyaseteke ronî dibe û ji bo pêvajoyan yekhelwestiyeke wisa tê pêkanîn ku êdî ew yek tine be ku her yek bi awayekî cuda bixwîne û destê hikûmetê girê bide.” Herwiha got: “Di vê demê de gelek civîn hatin kirin û piştre dê di vê çarçoveyê de jî rêkeftinek li ser Kerkûkê were kirin.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)
Brahim Xelîl | 2019-02-09 8:38:47 PM
Keko wele em hemû dizanin, rewşa me, zimanê me, çanda me roj bi roj ber bi tunebûne ve diçe. Hawar û gazin êdî bêfeyde ye. Di vî warî de em kurd...
Zimanê nebû zimanê zarokên me
| 7-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.375 seconds