Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Awareyên li Duhokê ji kêmbûna alîkariyên navdewletî gazinan dikin

Ji aliyê Mehdî Ferec 11-2-2019
Rayedar li ser paşguhkirina awareyan ji aliyê civaka navdewletî ve, hişyarî didin

Duhok (Rûdaw) – 384 hezar aware li parêzgeha Duhokê dijîn, lê piştî kontrolkirina Mûsilê, beşek ji rêxistinên alîkariya mirovî yên navdewletî ofîsên xwe yên li parêzgeha Duhokê girtine.

 

Li gor amarên fermî, li Duhokê ji 110 rêxistinên biyanî yên ji bo penaberan, niha ofîs û nûnertiyên tenê 60 rêxistinan mane.

 

Awareyekî bi navê Elyas Guhare dibêje ku 15 endamên malbata wî hene û tiştekî wan tine ye, eger rêxistinên navdewletî venegerin, ew jiyana wan dê gelek dijwar be.

 

Her çende rêxistinên alîkariyên mirovî sedema nemana xwe ya li Duhokê weke kêmbûna hejmara awareyan nîşan didin jî, amarên fermî derdixin holê ku zêdetirî 384 hezar aware li parêzgeha Duhokê dijîn.

 

Awareyeke bi navê Beyan Şemo dibêje ku berê li Duhokê rêxistinên alîkariyê hebûn, lê gelek ji wan çûne, rêxistinên ku mane jî alîkariya wan nakin. Beyan Şemo destnîşan dike ku gelek pêwîstiyên wan bi alîkariyan hene. Ji ber ku 4 sal in kamp hatiye avakirin, konên wan riziyane û divê werin guhertin.

 

Awareyên li Duhokê ji ber kêmbûna alîkariyên mirovî nerazî ne û rayedarên xwecihî jî li ser paşguhkirina awareyan ji aliyê civaka navdewletî ve, hişyarî didin.

 

Berpirsê ragihandinê yê Borda Karûbarên Mirovî ya Duhokê Salim Seîd ji Rûdawê re diyar kir ku alîkariya ji bo aware û penaberan gelek kêm bûne û alîkariyên ku berê dihatin, niha nayên pêşkêşkirin, ji ber vê yekê barê hemû aware û penaberan dikeve ser Duhokê.

 

Li parêzgeha Duhokê, ji bilî 17 kampên awareyên Mûsilê, çar kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê hene, ku zêdetirî 88 hezar kes têde dijîn.

1313 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.5 seconds