Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Şanda PDKê li gel çend aliyên Tirkmen û Krîstiyan civiya

Ji aliyê RÛDAW 11-2-2019
Mijarên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û daxwazên wan aliyan bo beşdarbûna di hikûmetê de hatin gotûbêjkirin.

Hewlêr (Rûdaw) - Şanda Danûstankar a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dest bi gereke serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kiriye û îro bi 4 partiyên Tirkmenan re civiya û piştre jî li gel nûnerên pêkhateyên Krîstyanan ên li Herêma Kurdistanê civiya.

 

Di bernameya serdanên şanda PDKê de gotûbêjkirina pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû ye.

 

Berpirsê Peywendiyên Kurdistanî yên PDKê, Elî Husên civînên îro bi erênî bi nav kir û got, di dema bê de dê hemahengiya wan bêtir bibe.

 

Elî Husên ragihand: “Sibehî me civîn li gel aliyên Tirkmenî encam da, piştre em li gel çend aliyên Kildan, Suryan, Aşûr û Ermen civiyan. He rîro jî em dê li gel Eniya Tirkmenî û piştre jî li gel Tevgera Aşûrî civînên me dibin. Acendaya serdanên bo cem wan aliyan jî, mijara pêkanîna hikûmetê û civînên parlamentoyê ye”.

 

Berpirsê Peywendiyên Kurdistanî yên PDKê herwiha da xuyakirin: “Nerîna wan di aliyê heqê destkevta hilbijartinê û heqê netewî de, mafê wan e. Lewma pêwîst e ku civînên şêwirî bi wan re bêne kirin. Civîn jî erênî û gelek baş bû. Tekez bo pêşerojê jî me dê hevahengiyeke baş û erênî hebe”.

 

Romiyo Hekarî: Me daxwazên xwe gihandin PDKê

 

Serokê Partiya Bêt Nehrêyn, Romyo Hekarî civîna bi şanda PDKê re bi erênî da zanîn û ragihand, ku civîna wan girîng bû û wan di civîna îro hemû nerîn gotûbêj kirine û herwiha daxwazên xwe jî gihandine şanda PDKê.

 

Romyo Hekarî diyar kir, wan di civînê de bi awayekê giştî behsa wê yekê jî kiriye ku divê vê carê beşdariya wan di kabîneya hikûmetê de cuda be û got, wan daxwaz kiriye ku nûnerên wan di hemû saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hebin.

 

Serokê Partiya Bêt Nehrêyn got: “Civîneke giring bû. Biryar e em civîneke din li gel şanda danûstandkar encam bidin, me karî di vê civînê de daxwazên xwe bidin ber çavan, herwiha me nerîna xwe di derbarê pêkanîna hikûmeta bê de pêşkêş kir. Bi şêweyekê giştî me behsa wê yekê kir, ku divê beşdariya me ya vê carê ji kabîneyên din cuda be”.

 

Di derbarê postên ku wan di kabîneya nû ya hikûmetê de daxwaz kirine, Romyo Hekarî destnîşan kir: “Di civînê de behsa posta bi awayekê giştî û behsa serokatiyan hat kirin. Behsa cîgirê duyem ê serokê parlamentoyê û cîgirên serokwezîr û desteyên serbiwe, şêwirmend li parlamentoyê û karûbarên gelê me li wezaretan hat kirin. Herwiha behsa wê yekê hate kirin, ku yek ji postên nûneratiyên hikûmetê yên li derve bidin nûnerekî me. Bi giştî behsa hemû desthilatên herêmê hate kirin”.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.578 seconds