Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Akar û Şoygu rewşa li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin

Ji aliyê RÛDAW 11-2-2019
Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Beravaniya Tirkiyê Hulusî Akar civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Di hevdîtina di navbera Wezîrê Beravaniya Tirkiyê Hulusî Akar û Wezîrê Beravaniya Rûsyayê Sergey Şoygu de, tekezî li ser giringiya hevkariya li Idlibê ji bo pêkanîna aştî û aramî li hember hebûna hemû cure hewldanan têkdayînê, hat kirin. 

 

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu li ser vexwendina Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar îro serdana Tirkiyê kir û di civîna ligel Wezîrê Berevaniya Tirkiyê de pêşhateyên li Sûriyê, rewşa Idlibê û Rojavayê Kurdistanê bi giştî gotûbêj kirin.


Li gorî daxuyaniya Wezareta Beravaniya Tirkiyê, Hulusî Akar û Sergey Şoygu û şanda pê re li Enqerê civiyan.


Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di civînê de rewşa dawî ya Sûriyeyê di çarçoveya rêkeftina Astana û Soçiyê de hat gotûbêjkirin.


Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Mijarên Lûtkeya Serokan a ku biryar e 14ê sibata 2019an li Soçiyê bê lidarxistin hatin gotûbêjkirin. Pabendî ji rêkeftina Astanayê hat dubarekirin. Tekezî li ser giringiya hevkariya li Idlibê ji bo pêkanîna aştî û aramî li hember hebûna hemî cure provakasyonan, hat kirin.”


Herwiha Derbarê rewşa Minbicê û rojhilatê Feratê de hat ragihandin ku hat dîtin di warê nehiştina fikarên Tirkiyeyê de yên ji bo YPG û DAIŞ, yekîtiya rayê heye."


Ev serdan di demekê de ye ku biryar e bi beşdariya serokên hersê welatên Rûsya, Tirkiye û Îranê di rojên 14 û15 Sibatê de Lûtkeya Sûriyê were sazkirin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)
Brahim Xelîl | 2019-02-09 8:38:47 PM
Keko wele em hemû dizanin, rewşa me, zimanê me, çanda me roj bi roj ber bi tunebûne ve diçe. Hawar û gazin êdî bêfeyde ye. Di vî warî de em kurd...
Zimanê nebû zimanê zarokên me
| 7-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.391 seconds