Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Di 5 salan de 2500 xwendevanên Kurdistanê bo derveyê welat hatine şandin

Ji aliyê RÛDAW 11-3-2019
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Di maweya 5 salên dawî de 2 hezar û 500 xwendevan, di çarçoveya bernameya şiyanîsaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ji bo berdewamîdana bi xwendinê bo derveyî welat hatine şandin. 3 ji wan xwendevanan ku li derveyê Kurdistanê xwendine, çîroka serkevtina xwe ji Rûdawê re vegotin.

 

Ehmed Nebez, ji bo temamkirina xwendina xwe rêyeke dûrûdrêj çûye û niha çaverê ye ku piştî vê westiyana xwe vehewe.

 

Ehmed 22 salî ye û li Xwandingeha Choueifat a Navdewletî xwendiye. Çend meh beriya niha Beşa Neftê ya Kolêja Endezyarî ya Zanîngeha TEXAS A&M temam kiriye.

 

Ew ji dehan yek xwendevanên Kurd ên ku li zanîngeha bi navûdeng a cîhanî bi ser ketiye û xwendina xwe temam kiriye.

 

Mîna Besam, mînakeke din a ji wan xwendevanên ku xwendina xwe li derveyê Kurdistanê temam kirine. Di sala 2013an de ji pola 12 derçûye û xwendina xwe li Zanîngeha Bilkentê ya Tirkiyê berdewam kiriye. Niha li Herêma Kurdistanê di kompaniyekê de dixebte.

 

Mîna, şiyan û azmûna xwe ya di beşa xwe de wergirtibû û asta zanistî ya zanîngeha xwe wek hokarên wergirtina xwe ya vê kompanyayê dizane.

 

Alan Mihsîn jî, bi dîzayna projeyekê re mijûl dibe. Li Zanîngeha Star Fort a Amerîkî beşa endezyariya elektronîkî xwendiye. Herçend pîşeya wî endezyariya elektronîkî be jî ew, di warê dîzayna malperan de jî serkeftî ye.

 

Her sal, gellek kes dixwazin li zanîngehên cîhanî yên asta wan berz û bi navûdeng in bixweyinin, lê belê asta bala a van zanîngehan, şensê wergirtina xwendekarên dibistanên navdewletî, li hember xwendekarên dibistanên asayî zêdetir dike.

 

Ji ber navbangbûn û wergirtina xwendevanên biyanî ya hin zanîngehan, li hin welatan hejmara xwendevanên biyanî zêde dibe.

 

Di warê wergirtina xwendevanên biyanî de Amerîka bi wergirtina 1 milyon û 44 hezar xwendevanî di pileya yekem de ye. Çîn jî, bi hejmara 490 hezar xwendevanî, di pileya duyem de ye.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.328 seconds