Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

ROJAVA – YPGê 15 leşkerên Sûriyê girtin

Ji aliyê Sîna Soma 12-4-2017
YPG
YPG

Hewlêr (Rûdaw) – Çavkaniyekî ser bi hikûmeta Sûriyê ve li parêzgeha Hesekê ya li Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re aşkere kir, ku “YPGê 15 leşkerên Sûriyê li ser rêya navbera bajarên Qamişlo û Hesekê girtine”.

 

Li gorî wî çavkaniyê han, ku nexwast navê wî were aşkerekirin, şervanên “Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 15 kesên ser bi polîs û asayişa dewletê û artêşa Sûriyê ve girtine, ku di nava wan de efserên bi pileyên eqîd û neqîb hene”.

 

Çavkaniyê navborî diyar kir, ti sedemek diyar û zelal ji bo wê biryara YPGê nîne û girtina leşkerên sûrî ji nişka ve rû daye.

 

Heman çavkaniyê aşkera kir, “di navbera endamên Hêzên Berevaniya Niştimanî (ser bi hikûmetê ve) û Yekîneyên Beisê de, li gundê Xirbe Emo li derdora Qamişloyê ji ber gengeşeya li ser bikaranîna çek pevçûn çêbûn, ku di encama pevçûnan de kesekî ser bi Yekîneyên Beisê ve hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn”.

 

Çavkaniyê ser bi hikûmeta Sûriyê ve tekez kir, ku nakokî hat çareserkirin û pirsgirêk bi rêya aliyên pêwendîdar hat çarekirin û piştî pevçûnan, Yekîneyên Parastina Gel, endamên me girtin.

 

Çavkaniyê han ji Rûdawê re diyar kir, ku desthilat û saziyên ewlehiyê hewl didin, wê nakokiya ku ji nişka ve di navbera Yekîneyên Parastina Gel û endamên Artêşê de çêbû, çareser bikin.

 

Çavkaniyê navborî da xuyakirin, ku “hikûmet hewl dide bi diyaloga bi YPGê re ew kesên girtî werin berdan û destnîşan kir, ku kesên girtî dê sibe werin berdan”.

 

Çavkaniyê ku ji Rûdawê re axivî tekezî li ser wê yekê jî kir, ku “hêzên ewlehiyê li parêzgeha Hesekê rênimayiyek derxistine, ku têde hatinûçûn û serdanên di navbera her du bajarên Qamişlo û Hesekê qedexe kirine, heya wê dema ku rewş aram dibe”.

 

Ji aliyekê din ve, çalakvanên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê destnîşan kirin: “Hêzên rejîmê piştî girtina endamên wê ji aliyê YPGê ve, li cihên di bin kontrola xwe de li navenda çargoşeya ewlehiyê ya bajarê Hesekê ketine amadebaşiyê.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
3695 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Tiréj é Rojé | 2017-04-25 7:34:53 PM
Ci ecéb. Ji aliyé tirko ve téne bombebaran kirin u li tirkiyé téne derman kirin?!??.. Gelo, li Kurdistané nexwe$xaneyén bi teknolojiya mondern túne...
Pêşmergeyên birîndar dê li Tirkiyê werin dermankirin
| 5 demjimêr berê | (1)
Tíréj é Rojé | 2017-04-25 7:23:57 PM
Gelo,ku tirkiye érí$é xwe dubare bike ewé Ebadi ci bike? Ewé Ebadi li hember tirkiyeyé $er u ceng ilan bike? Ebadi u Iran raziye ku PKK li $engaré...
FLAŞ - Ebadî hişyarî da Tirkiyê
| 5 demjimêr berê | (1)
Sofi | 2017-04-25 2:01:03 PM
Ez bombebarana ku Tirkiyê li ser Şingalê kiriye û wan kesên ku bu sersebebê bombebarên şermezar û rureş dikim. Û rahma Xwedê li şehîdan be û ser...
Wezareta Pêşmerge: Bombebarana Tirkiyê nayê qebûlkirin!
| 13 demjimêr berê | (1)
Kurdo | 2017-04-24 7:25:01 PM
PKKa Rojava,fermanê xwe ji Qendîlê,werdigre.Û Qendîl,fermanê xwe,ji Îranê û ji Rijîma Suryê,werdigre ne ji Suleymanîyê.Ema Piştgirtinên YNK û...
aloha | 2017-04-24 9:28:49 PM
MAşella işê rexnaaa
YNKê bi tundî rêveberiya Rojavayê Kurdistanê rexne kir
| Duh vî demî 07:13 | (4)
0.172 seconds