Baydemir: Biryara Başûr bo referandumê pîroz be

11-06-2017
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan HDP Osman Baydemir Qoser Mêrdîn Kobanê Reqa
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Osman Baydemir li ser referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê got: Ya ku dikeve li ser milê me piştgiriya birayên me yên li Başûrê Kurdistanê ye. Baydemir herwiha ji ber biryara referandumê pîrozbayî li gelê Kurd kir.

 

Osman Baydemir ku parlamenterê HDPê yê Rihayê ye, di xwarina Fitarê de ya ku partiya wî li navçeya Qoser a Mêrdînê amade kiribû, derbarê referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê û operasyona Reqayê û êrişên DAIŞê yên di sala 2014ê bo ser Kobanê de axivî.

 

Referanduma serxwebûnê

 

Osman Baydemir behsa referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê û diyarkirina roja 25ê Îlona îsal bo sazdana wê referandumê kir û got:

 

“A niha Başûrê Kurdistanê xebat û amadekariya referandumekê dike. Ji her 4 aliyên cîhanê ve peyamên derbarê rêzgirtina li îradeya gelê Kurd tên. Lê belê peyama Enqerê weke her car jehra mar e.

 

Gelek vekirî û zelal dibêjim, mafên Tirk, Fars û Ereb çi bin, gelê Kurd jî weke xwediyê vê coxrafiya kevnar, mafên gelê Kurd jî hene, ku ne kêm e û ne jî zêde ye.

 

Eger birayên me yên li Başûrê Kurdistanê bi rêya parlamentoya xwe, partiyên xwe yên siyasî û bi îradeya xwe ya siyasî her biryarekê bidin, bila bidin, yak u dikeve ser milê me, rêzgirtina li wan e. Piştgiriya ji bo vê biryara wan e. Carek din li ser xêrê be, carek din pîroz be.”

 

Kobanê neket lê Reqa dikeve

 

Baydemir, axavtinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku di dema êrişên berfireh ên DAIŞê bo ser Kobaniyê de gotibû, ‘Kobanê ket û dê bikeve’ bi bîr xist û got: “Kobanê neket lê maskeya wan ket.”

 

Baydemir amaje bi operasyona rizgarkirina Reqayê jî kir, ku ew 6 roj in ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve û bi piştgiriya Amerîka û hevpeymaniya navdewletî dest pê kiriye û diyar kir: “Kobanê neket, lê belê Reqa ket û wa li ser ketinê ye.”

 

Berdevkê HDPê herwiha got, bi îzna Xwedê eger belaya DAIŞê li deverê nemîne û bi dawî were, dê hemû kesên ku li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn dijîn bigihîjin aramiyê û pêkvejiyanê.

 

Osman Baydemir destnîşan kir, îro rêveberên ku xelkê Mêrdînê ji xwe re hilbijartibûn, di zîndanan de ne û wiha dewam kir: “Her tim dibêjin ku li dijî îradeya gel kudeta çêbûye, kudeta çêbûye, lê îro yên ku wiha dibêjin ev du sal in bê navber li ser îradeya gel kudetayê dikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst