Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

SILÊMANÎ – Ji bilî YNKê dengên hemû partiyan zêde bûn

Ji aliyê RÛDAW 11-7-2018
Rûdaw

Silêmanî (Rûdaw) – Li gor encamên hejmartina dengan bi destan ên sindoqên îtirazkirî yên Silêmaniyê, ji bilî dengên YNKê,  dengên hemû partiyên din zêde bûne.

 

Berdevkê Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperwerî Rêbwar Kerîm Mehmûd ji Rûdawê re ragihand: “Li hinek sindoqan dengên bi rêjeya ji sedî sed, ji sedî heftê, ji sedî şêst zêde bûne, lê hêj ev sindoq ne ew sindoq in ku me îtiraz kiribû, ji ber vê yekê em wan encaman red dikin û em ê ji aliyê yasayî ve  karê xwe bikin.”

 

Roja çarşemê Civata Giştî ya Tevgera Goranê ji bo helwesta tevgerê civiya û rasipardeya xwe ji Civata Niştimanî re şand, roja pêncşemê jî civata duyem dê biryara xwe bide, lê endamekî civatê niyeta Goranê eşkere kir.

 

Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê Ebdurezaq Şerîf ji Rûdawê re ragihand: “Bi vê cudakirinê derket holê ku lîstikeke mezin bi dengan hatiye kirin. Ev rastî ji hemû cîhan û partiyan re derket. Em daxwaza hejmartina hemû dengan dikin û em ê li dadgehê jî doz vekin.”

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, heta ku hejmartina dengên parêzgehên diyarkirî bi dawî nebe, komîsyon encaman bi fermî eşkere nake. Herwiha li gor wan datayên ku ketine destê Rûdawê, eger hemû dengên zêdebûyî ji bo lîsteyekê jî were komkirin, nake nirxê kursiyekî.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
977 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.172 seconds