Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

KERKÛK - Pêşmerge êrişa DAIŞê li Daqûqê têk bir

Ji aliyê RÛDAW 11-8-2017
Rûdaw
Rûdaw

Kerkûk (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê li sînorê navçeya Daqûqê ji du aliyan ve êrişî çeperên hêzên pêşmerge kirin. Hêzên pêşmerge bi tundî brsiva êrişê dane û êrişa DAIŞê têk birine. Şer li deverê hêj berdewam e.

 

Li gorî agahiyên Rûdawê, çekdarên DAIŞê derengiya îşev Înê 11ê Tebaxa 2017ê, êrişî çeperên hêzên pêşmerge li sînorê navçeya Daqûq a ser bi parêzgeha Kerkûkê kirin.

 

Cîgirê Fermandeyê Lîwaya 9 a Hêza Bejayî ya Pêşmerge, Aso Ferec ji Rûdawê re ragihand: “Çekdarên DAIŞê li sînorê gundê Rûxane, ji du baskan ve êriş kirine ser sengerên pêşmerge kirine.”

 

Aso Ferec da xuyakirin: “Hêzên pêşmerge bi tundî bersiva êrişa DAIŞê dane û êrişa wan têk birine û rê nedane ber bi pêş ve bihên.”

 

Wî fermandeyê pêşmerge tekez kir, ku şer di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAIŞê de hêj berdewam e.

Şeva 26ê Tîrmeha 2017ê jî, 15 çekdarên DAIŞê êrişî gundê Elûd Paşa yê li başûrê Daqûqê kiribûn û di encamê de 4 kes kuştibûn. Sê ji wan kuştiyan, endamên yek malbatê bûn.

 

Derdora 10 gundên Kurdên Kakeyî li sînorê başûrê navçeya Daqûqê hene, ku nêzîkî cihên di bin kontrola DAIŞê de ne.

 

Di sala 2015ê de, bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, hêzek ji bo Kurdên Kakeyî hat damezrandin. Ew hêza nû, di çarçoveya fewcekê de ye û hejmara pêşmergeyên wê hêzê 500 kes e û girêdayî Wezareta Pêşmerge ye.

 

Li gel wê çendê, Kurdên Kakeyî gazindeyan dikin, ku bi wê hejmara pêşmergeyan, ew nikarin tevahiya gund û deverên xwe kontrol bikin û çend caran daxwaza zêdekirina hejmara hêza kakeyiyan kirine, lê belê heta niha bersiva daxwaza wan nehatiye kirin.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-09-26 7:40:51 AM
Sipas ji Cenabê te Kak Mislim...mixabin ta niha we Sîyasetek xelt hember PDK û Başûrê Kurdistanê bi rêve dibir, lê Şokra Xwedê niha hûn jî bi...
Namdar | 2017-09-26 9:10:51 AM
Dest Xwesh Kaka Saleh Muslim... Ka gelo li kîjan dewletên îro de Partîyên navxoyî ne dijberî hev in... Li Fransa Gelo PS û FN û RP û hemû yek...
Salih Muslim: YPG amade ye li kêleka gelê kurd li Başûrê Kurdistanê be
| 5 demjimêr berê | (2)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-09-26 7:44:58 AM
@Rudaw...Rudaw çima Silêmanî têda nîye?! Qey ji Silêmanî Rêfêrandum bi rêve neçû?! Ji kerema xwe di Warê Sîyasî û Rojnamevanî de bêlayen bin, Dinya...
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-09-26 7:54:34 AM
@Rudaw...Rudaw ev gişt Amarên Destpêké ne...Amarên Destpêkê ne ew qas giringin...kengî wê Rêsultat (Encam, Amarên dawî) wê belav bibin?!
Başûrê Kurdistanê ‘Serxwebûn’ hilbijart!
| 5 demjimêr berê | (2)
Mir | 2017-09-25 9:01:59 PM
Nabe, "… di referandumê de çawa dixwazin wisa deng bidin.". Va tê wateya bê berpirsîyarî ye,ku bê axlakîye. Mîrovekî serokpartî û Kurd bi êrkên xwe...
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-09-26 6:08:23 AM
Gotinek heye dibêje: Eger Tirên (Qîtar) bi Rê ket, divê mirov xwe bi lez pêxe, nexwe êdî derenge û mirov nikare sîwarê Tirênê bibe, weca Rewşa...
Serokê Giştî yê Tevgera Goran dengê “erê” da
| Duh vî demî 11:07 | (3)
Namo | 2017-09-25 8:58:47 PM
Gelo ji ber çi we rêz li ber referandome Scotland girt wek camêr, inca ^ew tirs li dil we ji bo me Kurdan e... Gelo Piccot-Sykes û darizandina gelê...
Tori | 2017-09-26 5:47:33 AM
Îngiliz en teres we carekê em parçe kirin. Helbet hun bi vè guhertinê nerazîne. Serxwebun u 100 cara serxwebun
Brîtanya: Me pêşniyar kir, Kurdan qebûl nekir
| 16 demjimêr berê | (2)
0.515 seconds