Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Tillerson daxwaza paşxistina referandumê kir, Barzanî razî nebû!

Ji aliyê RÛDAW 11-8-2017
Mesûd Barzanî û Rex Tillerson pêwendiyeke telefonî encam dan.
Mesûd Barzanî û Rex Tillerson pêwendiyeke telefonî encam dan.

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêwemdiyeke telefonî encam dan û li ser mijarên weke referandum û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi hev re gotûbêj kirin. Rex Tillerson di vê pêwendiya telefonî de daxwaza paşxistina referandumê li Barzanî kir û Mesûd Barzanî jî di bersivê de got, gelê Kurdistanê biryar daye biçe ser rêya xwe û ji Tillerson re got, ku çi garantiyek bo paşeroj û diyarkirina mafê çarenivîsa gelê Kurdistanê re heye.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, ku êvariya duh pêncşembiyê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bi rêya telefonê pêwendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.

 

Li gorî daxuyaniyê, di vê pêwendiya telefonî ya navbera Mesûd Barzanî û Rex Tillerson de, gotûbêj derbarê pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û mijara referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê hat kirin.

 

Di vê pêwendiya telefonî de, Tillerson ji ber têkşikandina terorîstên DAIŞê destxweşî li Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê kir û serkevtinên Pêşmerge pîroz kir. Herwiha Tillerson serxweşî li malbat û kesûkarên wan pêşmergeyan kir, ku di şerê li dijî terorîstan de canê xwe feda kirine û şehîd bûne.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha ragihandiye, ku di vê pêwendiya telefonî de Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji Serokê Herêma Kurdistanê re gotiye, ew baş dibînin ku referanduma li Herêma Kurdistanê were paşxistin. Herwiha Rex Tillerson tekezî li ser piştgiriya xwe bo diyalog û danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê jî kiriye.

 

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:

 

“Di beşeke din a vê pêwendiyê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê destxweşî li Serok Barzanî û serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê kir, bo biryara pêkanîn û birêkirina şanda bilind a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê, bi armanca danûstandina li ser mijarên siyasî û herwiha ew jî ragihand, ku bi wî wiha baş e, ku referanduma li Herêma Kurdistanê were paşxistin û tekezî li ser piştgiriya xwe bo diyalog û danûstandinên navbera Herêmê û Bexdayê jî kir.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê jî di vê pêwendiya telefonî de, spasiya Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir û li hember wan alîkariyên ku Amerîkayê di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de pêşkêşî Hêza Pêşmerge kiriye, pêzanîna xwe nîşan da û tekezî li ser wê yekê jî kir, ku di demek nêzîk de şanda pilebilind a Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike, bo gotûbêjkirina wan mijarên ku pêwendî bi paşeroja pêwendiyên navbera Kurdistanê û Iraqê ve hene.

 

Li gorî daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li hember daxwaza Wezîrê Derve yê Amerîka ya derbarê paşxistina referandumê de, ji Rex Tillerson re gotiye, ku li hember paşxistina referandumê, çi garantiyek û çi alternatîvek bo paşeroj û diyarkirina çarenivîsa gelê Kurdistanê heye?

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:

 

“Derbarê daxwaza ji bo paşxistina referandumê, Serok Barzanî ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê re ragihand, ku ew pêkvejiyana ku li Kurdistanê di berê de û di qonaxên cur bi cur de li gel dewleta Iraqê hewl bo wê dida, nehat cîbicîkirin, her ji ber wê jî gelê Kurdistanê biryar da, ku rêya xwe here. Serok Barzanî ew jî ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê re da xuyakirin, ku pirsyar ev e, gelo li beramberî paşxistina referandumê çi garantiyek û çi alternatîvek heye bo paşeroj û diyarkirina çarenivîsa gelê Kurdistanê?”

 

Her di vê pêwendiya telefonî de, her du aliyan biryara dan, ku di hemû pêngav û pêşhatên siyasî yên dahatî de, hevkar û hemaheng bin û di pêwendiyeke berdewam de jî bin.

Şîrove

 
Rastgo | 11-8-2017
Êsta Îraq leyaz e. Raya gishtî û zorbey dinya dizane Îraq têkchuye. Mafê kurd jî heye charenûsa xwe diyar bike. Îro shansekî gewre ji serxwebûnê re heye. Gelek dewelet amade ne Kurdistanê nas bikin. Divê komelgeh û pêkhatên Kurdistanî ji vê (em) yekê sûd wergirin. Siyaseta rast di katî guncaw de diyar dibe. Kurdistan welatekî dabeshkiriye. Sînorên wê yên êsta ji bo parastina wê ne rewa ne. Tu netew û komgelgeh nikarin lem baredoxê (rewshê) hertim hilgirin. Bi ihtimaleke gewre (mezin) wê di destpêka ragihandina serxwebûna deweleta kurdî da zorbey 10 dewletên serbixwe wê nasbikin. Ta êsta tenya Îran û Tirkiyê li dijî gihstpirsiyê ne. Referandûm derfeta dawîn a netewbûnê ye, loma pêwiste êsta encam bide. Pashxistina referendûm ne di berjewendiyê Kurdistaniyan de ye.
Rastgo | 11-8-2017
Komelgeha serxwebûna xwe dabîn neke, nikare geshbûna xwe destbixe.Tenya dewletbûn dikare rêya geshbûna komelgehî û hemû pêkhatên Kurdistanî veke. Dewlet nêranî (nûnerê) miletekî ye; ciyê skala û xayenê neshriyê ye; bergir û parêzerê xakê ye; ciyê aramî, ashtî û asayîshê ye. Hokarên (sedemên) mezintirîn ku Kurd tushî komêlkujî û tiwanewe (lenaw birdin) dibin bê dewletî û neyekbûna wan e. Bo chi Kurd bila vî shansî gewretirîn ji destên xwe derxin û refendûma pîroz pashvebixin.
Baran B | 12-8-2017
Gelê Kurd u damodezga û desthelata kurd bo pirsa giştpirsîyê nabe guhê xwe bidet şîretên çi welatan,çi hêzan çi kesan û nek her guhê xwe nedene însanên dijî giştpirsîyê.Ger xudê peyamek taybet ji gelê kurd ra virêket û jê daxazbiket ko giştpirsîyê neken. Lazim gelê kurd bêjît em giştpirsîyê dêkeyn di 25 miha nehande.
2622 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Malabadéya Silivan | 2017-10-19 5:32:52 PM
Herkes dizane ew ciye wéderé ti$tek núh níne.. Ka béje hún ci dikin jibuy Kurda? Hún weki meymuné " Ez nabínim, ez ti$tek nakim u ez nabizim" dikin.....
CIA: Em agahdar bûne Qasim Silêmanî  çûye Kerkûkê
| 18 demjimêr berê | (1)
Ka | 2017-10-19 3:51:40 PM
Ka serbazîyeke Kurda yekgirtî li kêderê ye ku vî miletê Kurd biparêze.Ka pêshmerge?!,Ka HPG,?!Ka YPG/YPJ ?! Guhê xwe vêcarê bidin merivek hejar û...
Heşda Şeibî li Xurmato 15 kurd şehîd kirin
| 22 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| Duh vî demî 02:39 | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| 18-10-2017 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.172 seconds