Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Sêrtê 30 kes bi sedema bermîla kîmyayî jehrî bûn

Ji aliyê RÛDAW 11-9-2017
Li Sêrtê 30 kes jehrî bûn û bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.
Li Sêrtê 30 kes jehrî bûn û bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.

Navenda Nûçeyan – Li gundê Aktaş ê ser bi parêzgeha Sêrt a Bakurê Kurdistanê ve, di encama jehrîbûna bi sedema gazê de 30 kes bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.

 

 

Li gorî zanyariyan, li çolevaniya derdora gundê Aktaş a ser bi Sêrtê ve zarokan bermîlek dîtine û bermîl bi xwe re birine nav gund.

 

Piştre gundî deriyê bermîlî vedikin, lê 30 kes ji welatiyên gund ku piraniya wan zarok in, piştî vekirina deriyê wê bermîlê jehrî dibin û bo Nexweşxaneya Dewletî ya Sêrtê tên veguhastin.

 

Bi agahdarbûna ji bûyerê, tîmên taybet ên AFADê û tîmên hawarçûnê çûne gundê cihê bûyerê û derbarê bûyerê lêkolîn hat destpêkirin.

 

Pisporên ku çûne gundê Aktaşê, gund bi temamî ji rûniştvanên wê vala kirine û gund xistine bin qerentîneyê.

 

Rêveberê Bela û Rewşên Awarte yê Sêrtê, Mehmet Cahit Akkoyun li ser bûyerê ragihand, li gorî zanyariyên destpêkê di bermîlê gazên Klor û Karbon heye.

 

Bi gotina Mehmet Cahit Akkoyun, lêkolîn derbarê jehrîbûna gundiyan bi sedema wan gazan berdewam dike û çareseriyên pizîşkî jî ji 30 welatiyên jehrîbûyî re tê kirin.

 

1559 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Sofi | 2017-12-06 11:53:01 PM
Qaşo Ebadî li gora xwe siyasetê dikê û di xwazê gelên li Kurdistanê siza bikê û li gora wî serê xwenî wekê şebeşekî Cîhanê bi xapênê.
Hikûmeta Kurdistanê: Em nizanin Ebadî behsa kîjan lîsteyê dike
| 6-12-2017 | (1)
0.438 seconds