Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

FLAŞ - Piştî referandumê Hewlêrê biryara guhertinê da!

Ji aliyê RÛDAW 11-10-2017
Rûdaw
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro çarşemî 11ê Cotmeha 2017ê Serkirdatiya Siyasiya Kurdistan-Iraqê civiya û di civînê de biryar li ser guhertina navê vê serkirdatiyê hat dan û navê wê bi Encumena Bilinda Siyasiya Kurdistanê hat guhertin.

 

Civîna îro ya Serkirdatiya Siyasiya Kurdistan-Iraqê ji demjimêr 16:00 ve dets pê kir û derdora demjimêr 18:00 bi dawî hat. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serpireştiya civîna îro dikir.

 

Piştî bi dawî hatina civînê daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin ku tê de hatiye gotin, navê Serkirdatiya Siyasiya Kurdistanê hatiye guhertin û navê vê bûye Encumena Bilinda Siyasiya Kurdistanê.

 

Li ser guhertina navê Serkirdatiya Siyasiya Kurdistan-Iraqê, di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Amdebûyên civînê biryar dank u civîna partî û aliyên siyasî di jêr navê Encumena Bilinda Siyasiya Kurdistanê de berdewam be.”

 

Herwiha derbarê referanduma serxwebûnê û encamên wê de jî hatiye gotin: “Civîn, pabendî vîna (îradeya) gelê Kurdistanê ye ku bi rêya beşdarbûn û dengdana di referanduma 25ê Îlona 2017l de bi şêweyeke azad nîşan daye. Herwiha cîbicîkirina encamên referandumê ji aliyê dem ve girêdayî diyalogeke sazîner û berpirsyarane ye. Ji ber wê civînê amadeyiya xwe nîşan da bo destpêkirina diyalogeke vekirî li gel Bexdayê, bêyî ti pêşmercean û bêyî cezakirin û dorpêçan, û herwiha bi derfetdana dema pêwîst bo serxistina wê.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi biryar û cezayên Iraqê û welatên herêmî yên li dijî gelê Kurdistanê hatiye kirin û tê gotin: “Sepandina (ferzkirina) cezayan li ser gelê Kurdistanê neyasayî û neberpirsane ye û aloztirkirina rewşa siyasî xizmeta berjewendiya ti aliyekê nake.”

 

Encumena Bilinda Siyasiya Kurdistanê li ser dorpêç û cezakirina bi kom û gefa bikaranîna hêz li dijî Kurdistanê agahdariyê dide raya giştî ya cîhanî û Hevpeymaniya Navdewletî û daxwaz dike ku sînorekê ji bo wan gefan û cezakirina bi kom were danîn.

 

Di vê bareyê de daxuyanî wiha dibêje: “Civîn ji raya giştî ya cîhanî û Hevpeymaniya Navdewletî re radigihîne ku gelê Kurdistanê rastî dorpêç û cezakirina bi kom û gefa bikaranîna hêzê hatiye kirin û ew yek rewşa mirovî û jiyana xelkê û awareyên li Iraqê û Kurdistanê dibe qonaxa metirsîdar û daxwaz dike ku sînorek bo wan gef û dorpêçan û cezakirina bi komî were danîn.”

 

Piştî encamdana referanduma serxwebûnê ku di 25ê Îlona îsal de hat sazdan, Encumena Bilinda Referandumê di 01-10-2017 de bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî civiya û di civînê de biryar li ser hilweşandina vê encumenê û avakirina Serkirdatiya Siyasiya Kurdistan-Iraq hatibû dan.

 

Civîna 1ê Cotmehê yekemîn civîna Serkirdatiya Siyasiya Kurdistan-Iraqê bû û her piştî wê civînê yekemîn beyannameya fermî li ser navê wê serkirdatiyê di heman rojê de hatibû belavkirin.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Malabadéya Silivan | 2017-10-19 5:32:52 PM
Herkes dizane ew ciye wéderé ti$tek núh níne.. Ka béje hún ci dikin jibuy Kurda? Hún weki meymuné " Ez nabínim, ez ti$tek nakim u ez nabizim" dikin.....
CIA: Em agahdar bûne Qasim Silêmanî  çûye Kerkûkê
| 19-10-2017 | (1)
Ka | 2017-10-19 3:51:40 PM
Ka serbazîyeke Kurda yekgirtî li kêderê ye ku vî miletê Kurd biparêze.Ka pêshmerge?!,Ka HPG,?!Ka YPG/YPJ ?! Guhê xwe vêcarê bidin merivek hejar û...
Heşda Şeibî li Xurmato 15 kurd şehîd kirin
| 19-10-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| 18-10-2017 | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| 18-10-2017 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.516 seconds