Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

KERKÛK - Fermandeyê pêşmerge li ser êrişa Heşda Şeibî daxuyanî da

Ji aliyê RÛDAW 11-10-2017
Tankeka hêzên pêşmerge, arşîv.
Tankeka hêzên pêşmerge, arşîv.

Kerkûk (Rûdaw) - Berpirsekî Hêza Pêşmerge li Kerkûkê red kir, ku Heşda Şeibî li sînorê navçeya Daqûqê êrişî çeperên hêzên pêşmerge kiribe û diyar kir, ku zanyariyên di vê bareyê de nerast in.

 

Cîgirê Fermandeyê Lîwaya 9 a Hêza Pêşmerge li sînorê navçeya Daqûq a Kerkûkê, Eqîd Aso Elî li ser zanyariyên derbarê teqekirina çekdarên Heşda Şeibî berev çeperên hêzên pêşmerge de daxuyanî da Rûdawê.

 

Eqîd Aso Elî ji Rûdawê re ragihand: “Ti êrişek bo ser çeperên Pêşmerge li sînorê me çê nebûye û tişta ku tê gotin, ji rastiyê dûr e.”

 

Aso Elî got: “Ew gundên ku pêştir çekdarên DAIŞê têde bûn, niha Heşda Şeibî li wan deran bicih bûne, ji ber wê di nava gundan de gav bi gav dengê teqeyan tê bihîstin, ku goman tê kirin ji tirsa mana çekdarên DAIŞê be.”

 

Wî berpirsê Hêza Pêşmerge li sînorê Daqûqê tekez dike, ku “heta fîşekek jî ber bi çeperên hêzên pêşmerge ve nehatiye teqandin.”

 

Piraniya xaka parêzgeha Kerkûkê ji bilî navçeya Hewîceyê û bajarokên ser bi Hewîceyê ve di bin kontrola hêzên pêşmerge yên Kurdistanê de ne.

 

Hewîce heta çend roj berî niha jî di destê çekdarên rêxistina DAIŞê de bû, lê belê hêzên Iraqê operasyonek bo kontrolkirina wê navçeyê dabûn destpêkirin û herî dawî ragihandin, ku wan kontrola temamiya Hewîceyê girtiye destê xwe.

 

Hêzên Pêşmerge ji sala 2003ê ve li Kerkûkê hene, lê belê di sala 2014ê û piştî êrişa berfireh a DAIŞê di nava axa Iraqê de ku artêşa Iraqê ji Mûsil û Kerkûk û gelek cihên dan reviyan, bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hêzeke mezin a pêşmerge bo parastina xelkê Kerkûkê li sînorê wê parêzgehê hatibû bicihkirin.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-16 9:49:02 PM
Bi Xwedê ez nizanim çi bibêjim! Divê Pavel Talibanî û Hero-Xanê li Kerkukê li pêş Çavê Cemawirê li Sêdarê bidin! Ez ta niha jî bawer nakim çi bi Serê...
lolozano | 2017-10-17 11:35:00 AM
Li dema Serokê Herêma Kurdistanê mizgînî da Miletê xwe yê Kurd gazî kir dot,dengên xwe,vê carê ji bo serxwebûna Kurdistanê bidin qedera xwe,bi...
Rêkeftina di navbera Pavel Talebanî û Hadî Amîrî de eşkere bû
| 19 demjimêr berê | (2)
Ali As | 2017-10-17 9:45:43 AM
Bijî xelkê êzîdî
Sererkanê berî yê Iraqê: Barzanî got bila Şingalî biryara xwe bidin
| 7 demjimêr berê | (1)
sercan | 2017-10-17 8:32:17 AM
We her derê wala kirîye û h^z^n peşmerge paşve keşaye bila BaşîkÊ jî wala bikin ku hêzên tirk û Iraqê bi hev re şer bikin.. Hezar caran mixabin ku...
Pêşmerge ji Başîkê venekişiyaye
| 8 demjimêr berê | (1)
xebat | 2017-10-17 8:30:29 AM
Birevin bave min birevin û dema qamerayeki bibinin pesna bidin xwe...xwade belaxwe bide neyar û xain û tirsoneka, we dilemin kurden welatparez und...
ŞINGAL - Pêşmergeyên êzidî û Heşda Şeibî lihev kirin
| 9 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.515 seconds