Duhok (Rûdaw) - Li nahiya Kanî Masî ya ser bi navçeya Amêdî ya Duhokê, yek ji mezintirîn baregehên pasevanên sînorî yên girêdayî hikûmeta Iraqê hatiye çêkirin.
Li gor gotina Rêvberê Nahiya Kanî Masî, çêkirina wê baregehê ku bi hemahengiya navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê bûye û dê bandorê li ser zêdebûna tevgera çûn û hatina di deriyê sînorî yê Serzêr û aramiya navçeyê re bike.
Rêveberê Nahiya Kanî Masî, Serbest Sebrî diyar kir, ku dê tenê devera wan were parastin û ji bilî vê jî bi pasevanên sînorî re civînên wan heye û di navbera wan de hevagengiyeke baş heye.
Lîwaya Yek a pasevanên sînorî Kurd in û fermandarê wan Dilêr Zêbarî ye. Zêbarî behsa wê yekê dike ku bi belavkirina pasevanan li wê deverê çend mebestên wan hene, ku dê di demên bê de peywendiyên wan li gel Artêşa Tirkiyê jî biçin qonaxeke nû.
Fermandar Dilêr Zêbarî ji Rûdawê re ragihand, ku dê li gel artêşa Tirkiyê hevahengî hebe û ji bo ku xelkê wê deverê hest bi ewlehiyê bikin, dê pêngavên baştir werin avêtin.
Ji sala 1991ê ve, artêşa Iraqê zêderû li parastina sînorên Başûrê Kurdistanê nebûye, lewra deverên sînorî bûne qada şerê gerîlayên PKKê û Artêşa Tirkiyê.