Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Ava Gola Wanê qasî 150 metreyan vekişiya

Ji aliyê RÛDAW 11-10-2018
Ava golê vekişiya zevî û keştiyên binavbûyî derketin holê
Ava golê vekişiya zevî û keştiyên binavbûyî derketin holê
Navenda Nûçeyan -  Ava Gola Wanê li gor şert û mercên demsalê hinekî kêm bû û ji qeraxê vekişiya. Dema av vekişiya li navçeya Ertemêtan ya Wanê erdê welatiyan û du keştiyên binavbûyî derketin holê.

Li navçeya Ertemêtan ava golê qasî 150 metreyan vekişiya.


Dema av kêm bû, li taxa Engînsuyê zeviyên welatiyan ên bitapu û du keştiyên masîgiran ên ku demek berê binav bûne derketin li ser rûyê erdê.


Serokê Beşa Erdnigariyê ya Fakulteya Edebiyatê li Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Alî Fuat Dogu daxuyand ku zêdebûn û kêmbûna avê normal e û li gor demsal, baran, avûhewayê ew diguhere.




Dogu got li gor salên dawiyê asta avê hinekî zêde kêm bûye û wiha pê de çû: "Her sal di dawiya demsalê de asta avê kêm dibe. Lê îsal li gor salên dawiyê zêdetir kêm bû, lê ev ne tiştekî derasayî ye."


Mixtarê taxê Muslum Yîgît jî ev agahî dubare kir û wiha axivî: "Dema av vekişiya zeviyên me yên ku tapuyên wan hene û me direşandin hemû ji nû ve derketin holê. Li taxa me gelek welatiyên me masiyan digirtin û 10 keştiyên me hebûn. Ji ber ku av kêm bû keştî û qayixên me jî derketin holê. Em kêfxweş in ku zeviyên me derketin holê. Lê flamîngo di serî da gelek çûkên koçber ên dihatin li herêmê ji xwe re hêlîn çêdikirin vê carê nehatin herêmê, em ji ber vê xemgîn in."


Bahrî Ateşê ku berê masîgir bû jî got ji ber ku av her tim kêm û zêde dibe, asta wê diguhere ew mecbûr maye ku keştiya xwe bifroşe û dev ji vî karî berde.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)
Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Bi rastî cudaxwaz bû 15 demjimêr berê |

Bi rastî cudaxwaz bû

Ako Mihemed li ser kesayet û nasîna xwe û mamosta Zêdetir
Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê 9-12-2018 |

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê

Ji seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xelk Zêdetir
0.921 seconds