Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Rêveberiya Xweser mazotê li ser malbatên Cizîrê belav dike

Ji aliyê Hisên Omer 11-10-2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser ji naverasta meha Îlonê ve dest bi dabeşkirina mazotê li deverên cuda cuda yên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê kiriye. Dabeşkirina mazotê di çarçoveya amadekariyên ji bo werzê zivistanê de tê û li gorî biryara Rêveberiya Xweser, her malbatek 400 lître mazot werdigire.

 

Bi nêzîkbûna werzê Zivistanê, xelkên Rojavayê Kurdistanê amadekariyên taybet ji bo rojên sir û sermayê dikin. Di nav wan amadekariyande jî peydakirina mazotê ye, ku ji bo germkirinê û avdaniyê û muwlîdeyên elektrîkê tê bikaranîn û hebûna wê ji bo hemû biwarên jiyana welatiyan girîng e.

 

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser ji naverasta meha îlonê ve dest bi dabeşkirina mazotê li deverên cudacuda yên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê kiriye.

 

Lîtreya mazotê tevî kirêya gihandina bo male jî 52 lîreyên sûrî ye.

 

Li bajarê Qamişlo û gundên derdora wê ji naverasta meha îlonê ve dest bi dabeşkirina mazotê hatiye kirin, her malbatek salane li gorî belgeyên xwe yên fermî 400 lître mazot werdigire ku ji bo dabînkirina wê pêwîstiya her malbatekê bi 20800 lîreyên sûrî heye.

 

Li bajarê Dêrikê û gundên wî, di qonaxa yekem de, 2 milyon û 500 hezar lître mazot hatine dabeşkirin, tevahiya mazota ku li bajarê Dêrikê û derdora wî bê dabeşkirin dê bigihêje 3 milyon lître

 

Li gorî berpirsên Rêveberiya Xwesr, li bajarê Hesekê jî mazot li ser xelkên taxên bakurê bajêr û navçeyên derdorê hatiye dabeşkirin û heta niha jî dabeşkirina mazotê berdewam e.

 

Li herêm li jêr desthilata Rêveberiya Xweser, Rêveberiyên sûtemeniyê prosesa dabeşkirina sûtemeniyê çi ji bo bikaranîna li nav malan be, çi jî ji bo kertên xizmetguzariyên çandiniyê, ekektirîkê û pîşesaziyê û otomobîlan be, li destên xwe girtine.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2019-02-18 11:36:08 AM
Ma gello Tirk nabêjin Kurd birê meine??
Tîma Cîzresporê li Antalyayê rastî êrîşeke nîjadperestî hat
| Duh vî demî 11:28 | (1)
Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.547 seconds