Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Papa Francis spasiya Kurdistanê kir

Ji aliyê RÛDAW 13-1-2018
Papa Francis û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Papa Francis û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) – Papayê Vatîkanê, Papa Francis di hevdîtina li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de spasiya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku di rewş û şertûmercên xirab de mêvandariya awareyan bi giştî û awareyên Kirîstiyan bi taybetî kirin.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku bi serdanekê li Ewropayê ye, îro Înê 12ê Çileya 2018 li Vatîkanê ji aliyê Papa Francis ve hat pêşwazîkirin.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtina navbera Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Papayê katolîkên cîhanê, Papa Francis de daxuyaniyek nivîskî weşandiye, ku têde tê gotin: “Di civîneke du alî de Qedaseta Papa spasiya vê serdanê kir û kêfxweşiya xwe bi hevîdtin û civîna dubare ya li gel Nêçîrvan Barzanî anî ziman. Spasiya hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir, li hember wê mêvandariya ku li awareyan bi giştî û bi taybetî li kirîstiyanan kir, ku di encama şerê terorîstên DAIŞê û bûyerên din de koçberî Herêma Kurdistanê bibûn.”

 

Li gorî daxuyaniyê, Papa Francis ji Nêçîrvan Barzanî re gotiye: “Ez hêvî dikim ew pêkvejiyan û aştî û tifaqa ku li Herêma Kurdistanê heye, bo hetahetayê berdewam be. Hemû arîşe û girift bi rêya diyalog û aştî û têgihîştina ji hev bihêne çareserkirin. Herwiha hêviya seqamgîrî û aştiyê ji xelkê navçeyê û bi taybetî Kurdistanê û hemû pêkhateyên wê re xwast û got, ez doayan bo we dikim, ji bo ku serkevtî bin û li ser tifaq û pêkvejiyanê berdewam bin.”

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî kêfxweşiya xwe li hember serdana dubare û hevdîtina li gel Papa Francis anî ziman û piştre ji Papa re behsa rewşa deverê û rewşa niha ya deverê û pêşhatên siyasî û aborî yên li Herêma Kurdistanê kir, û ji wan jî behsa serkevtina bi ser DAIŞê de, pirsgirêkên li gel Bexdayê, bûyerên din ku bûne sedema awarebûna piraniya wan awareyên ku vegeriyabûn navçeyên xwe û cardin berê xwe dan Herêma Kurdistanê.

 

Li gorî daxuyaniya hikûmetê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hêvî kir, ku qedaseta Papa bi pêgeha xwe di çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr-Bexdayê de rola xwe bilîze û da zanîn, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdebarî wê rewşa zehmet, lê belê derî û dilê wê ji bo pêşwazîkirina li awareyan vekirî bûye û bi ciddî jî hewl daye ku xwuşk û birayên Kirîstiyan vegerin cihên xw eû li gel dêrên li Herêma Kurdistanê jî hewl dane, ku civaka Kirîstiyan welat neterikînin.

 

Nêçîrvan Barzanî herwiha ragihandiye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser parastina wê tifaq û pêkvejiyana pêkhateyan ku beşeke giring a koltora Herêma Kurdistanê ye.

 

Her îro Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li gel Serokwezîrê Vatîkanê Pietro Parolin civiya û di vê civînê de behsa rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê û pêşhatên herî dawî yên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

 

Nêçîrvan Barzanî herwiha behsa hewlên ji bo destpêkirina diyalogê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de jî kir.

 

Serokwezîrê Vatîkanê Pietro Parolin jî spasiya hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir, ku alîkariya aware û koçberan û bi taybet jî awareyên Kirîstiyan kirine. Pietro Parolin herwiha hêvî kir, ku hemû arîşe û nakokiyên Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalog û ji hev têgihîştinê werin çareserkirin.


Nivîsîn: Sîna Soma

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-20 5:47:37 AM
Sirûştîya Doza Herêma Efrînê ya neteweyî,wek Herêma Kobanîyê û Cizîrê ye!Bi Du serîya an bi Du cara,ji neteweya xwe ya eslî hatîne ceza û perçe...
Deniz Umut | 2018-02-20 10:24:23 AM
Rêyên siyasî nemane birêz..Tirkiye bi çekên mezin êrîş dike...Ji kerema xwe re ew hêza çekdarî ku hûn behsdikin bila keremkin bên Efrînê ligel ypg...
Berpirsê ENKSê: Em dê berevaniya Efrînê bikin
| Duh vî demî 11:55 | (2)
Cemal Aslan | 2018-02-19 6:30:47 PM
Deste te xwes Iro rojane heute.
Efrîn, planeke herêmayetî li dijî Kurd
| 19-2-2018 | (1)
LOL | 2018-02-19 2:51:44 PM
Seat Xweş.
KERKÛK – DAIŞê 27 çekdarên Heşda Şeibî revandin
| 18-2-2018 | (1)
Ehmedê Dirihî | 2018-02-18 10:12:53 AM
Ebadî derewan dikin, pê bawer meke
Mesrûr Barzanî: Ebadî got di demeke kurt de pirsgirêkan çareser dikin
| 17-2-2018 | (1)
0.375 seconds