Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li navenda Amedê niştecihên taxekê hilbijartinan boykot dikin

Ji aliyê MAŞALLAH DEKAK 12-1-2019
Ji ber ku heta niha xizmet ji wan re nehatiye kirin xelkê Qereqûyû biryar da ku îsal neçe ser sindoqan

Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê li taxa Firatê cihek bi navê Qereqûyû heye ku ne bi fermî tax e û ne jî gund e. Lê li Qereqûyû 150 xanî hene û nêzî 300 hilbijêr lê niştecih in. Bi hinceta ku heta niha xizmet ji wan re nehatiye kirin xelkê Qereqûyû biryar da ku îsal neçe ser sindoqan û hilbijartinên şaredariyan boykot bikin. Ew dibêjin xizmet tunebe deng jî tune ye.

 

Qereqûyûya li taxa Firatê ya Peyasa Amedê, bi awayekî fermî ne weke tax û ne jî weke gund derbas dibe. Lê ew der di nava avahiyên bilind ên bajêr de winda bûye. Li taxê xizmet bo hemû avahiyên bajêr çûye, lê li Qereqûyû ne xizmeta rê, ne binesazî û ne jî paqijî qet nehatiye kirin.

 

Mihemed Dînç kalekî 70 salî ye. Bi dehan sal in ku li Qereqûyû dijî. Ew dibêje beriya 40 salan rewşa Qereqûyû çawa be niha jî heman rewş e. Heta niha tu xizmet ji wan re nehatiye kirin. Ji ber vê yekê ew ê îsal hilbijartinan boykot bikin û neçin ser sandoqan.

 

Şêniyê Qereqûyûyê Mihemed Dînç dibêje: “Dema hilbijartinan dihatin, me deng dida, piştre direviyan diçûn. Ew dê careke din bên. Ka bila careke din bên dê ew ê bibînin.”

 

Ew zeviya vala berê goristana gund bûye. Lê beriya çar salan şaredariyê ji wan re gotiye ku goristanê rakin ew ê riya gund çêkin. Wan goristan rakiriye lê hêj rê nehatiye. Li gorî xelkê Qereqûyûyê ew hatine xapandin. Ji ber vê yekê îcar dê deng nedin tu partiyekî.

 

Niştecihê Qereqûyûyê Îbrahîm Şeker dibêje: “Ev mezel rakirin. Hêj wisa ye hêj wisa ye. Rê çênekirin. Halê me ev e. Tiştekî ji bo me nekirin.”

 

Welatiyek jî destnîşan dike: “Di dema hilbijartinan de tên nava gund. Tiştekî wisa tune ye. Derew merewan dikin. Em boykotê dikin. Ji bo hilbijartinê tekez em naçin ser sindoqê. Bila kes neyê vê derê.”

 

Kadrî Şeker jî diyar dike: “Tekez em naçin ser sindoqan. Çareyek ji vî halê me re nebînin em naçin ser sindoqan.”

 

Zehmetiya herî zêde jinên Qereqûyûyê dikişînin. Lewra hemû kar û barên nava malê û derdora malê ji aliyê wan ve tê kirin. Ew dibêjin zarokên wan heta ji mal diçin dibistanê dibin herî û şerpeze dibin. Ew ê îcar dersekî baş bidin namzetên şaredariyan.

 

Şêniya Qereqûyûyê Guler Açil dibêje: “Ka şar. Li şaran peyarê hene, servîs hene. Ka ev çi hal e? Îcar ne bila ew werin nava gund û ne jî em deng bidin wan.”

 

Songul Şeker jî dibêje: “Weleh 32 sal in ez li vî gundî me. Xizmeta çi kirine? Gund li me girtine, em li holê mane. Hindik maye ser me jî bigrin.”

 

Şêniyên Qereqûyûyê bi bîr dixin ku beriya hilbijartinan tu partî nemaye ku nehatiye serdana wan. Her partiyekê soza xizmetê daye wan lê piştî hilbijartinê hemû soz hatine jibîrkirin. Ji ber vê yekê îcar ew dixwazin bi boykota hilbijartinan careke din xwe bixin bîra namzetan.

1579 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.531 seconds