Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Serokê PAKê: Navê partiyê naguhere û em li ser rêbaza xwe berdewam dibin

Ji aliyê RÛDAW 12-2-2019
Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê, Mustafa Ozçelîk

Amed (Rûdaw) - Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê di derbarê biryara girtina partiya wan de ragihand, ew nav, logo û peyrewa navxwe ya partiya xwe naguherînin û ew dê di çarçoveya moleta ku dadgeha destûrî ya Tirkiyê ji wan re destnîşan kiriye, taneyê li wê biryarê bidin.

 

Dadgeha Qanûna Bingehîn (Dadgeha Destûrê) a Tirkiyeyê di rûniştina xwe ya roja (17.01.2019) de doza daxistinê li dijî PAKê vekir. Ev biryara di roja 24.01.2019an de gihîşt ber destê rêvebirên PAKê.

 

Dadgeha Qanûna Bingehîn ji PAKê daxwaz kiriye ku herî dereng heta 30 rojan,  li gorî wê îdianameya ku Serdozgerê Dadgeha Bilind amade kiriye, parastina xwe bigihîne ber destê dadgehê.

 

Di vê derbarê de îro12ê Sibata 2019an li Komeleya Rojnamevanan a Amedê, PAKê civineke çapemeniyê li dar xist.

 

Herweha Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, rêvebirê HAKPARê Vasıf Kahraman, Serokê DITAMê Mehmet Vural, karsaz Şahismail Bedirhanoğlu, Parêzer Sedat Çinar, siyasetvanên Kurd Mele Arif, Ismail Ay, Yusuf Aydın, Cabir Yolbaş, Haluk Gökalp, Zahit Bozarslan, Abdulhay Okumuş, Nezir Çetin,namzedên serbixwe yên Tifaqa Welatper û Demokrat  yên Amedê Zeki Ekinci, Hidayet Fidan,Ramazan Kahramaner û gelek rewşenbîr û sîyasetvanên welatperwer, rêvebir ûn endamên PAKê beşdarî civîna çapemenîyê bûn.

 

Serokê PAKê, Mustafa Ozçelîk di vê konferansa rojnamevanî de da xuyakirin, ku di bernameya wan de tiştên ku hatine nivîsandin, li dijî destûra Tirkiyê nînin û daxwaz kir, ku dadgeha Tirkiyê dubare pêdaçûnê di yasaya partiyên siyasî de bike.

 

Ozçelîk got, ku di meha 12an a sala 2014an de wan ji bo destpêkirina xebata PAKê mohleta fermî ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyê wergirtiye û navê partiyê ji aliyê wê wezaretê ve hatiye qebûlkirin, lewma ew dê ti guhertinan di navê partiya xwe de nekin û weke berê li ser xebata xwe berdewam bin.

 

Ozçelîk got:

 

“PAK di 18yê Cotmeha 2014an de li Amedê hate damezrandin. Di roja 7.11.2014an de jî damezranêrên PAKê  ewraqên xwe teslîmî  Wezareta Navxwe ya Tirkîyeyê kirin. Wezareta Navxwe ya Tirkîyeyê di roja 11.12.2014an de dokumenta ewraq teslîm wergirtinê teslîmî rêvebirên PAKê kir û bi vê dokumentê PAK weke partîyeke fermî hate tescîl kirin.

 

PAKê di roja 04.12.2017an de bi beşdarîya nûnerên lijneya  hilbijartinê  li Enqereyê  Kongerya  xwe ya Yekemîn a Asayî  li dar xist”.

 

Serokê PAKê, Mustafa Ozçelîk dibêje, partiya wan li gor rêkarên yasayî hatiye vekirin, lewma ew dê li dijî doza girtinê ku Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê li dijî wan vekiriye, “bi rêyên yasayî îtîrazê bikin”.

 

Di beşeke din a axavtina xwe de, Serokê Giştî yê PAKê destnîşan kir: “Herweha emê weke PAK parastineke sîyasî amade bikin û emê vê parastinê li gel parêzer û hiqûqnasên pispor bi parastina hiqûqî ve temam bikin.Paşê jî emê vê parastinê pêşkêşî Dadgeha Qanûna Bingehîn bikin. Parastina PAKê ya siyasî û hiqûqî dê berdewamîya wan parastinên pêştir yên ku ji Serdozgerê Mehkemeya Bilind û ji Dadgeha Qanûna Bingehîn hatibûn pêşkêş kirin be.Herweha  li ser bingehê parastina nav, bername û destûra PAKê, parastinên pêştir dê bi awayekî hîn berfirehtir bêne pêşkêş kirin”.

 

Mustafa Ozçelîk ragihand, “daxistin, qedexekirin û rê li ber girtina partîyên ku bi navê ‘Kurdistan’ê hatine damezrandin, ne hiqûqî ye, li dijî mafê mirovan e, li dijî mafê xwe îfade kirinê ye, li dij mafê azadîya ramanî û azadîya xebata birêxistinî ye”.

 

Ozçelîk tekez kir, “PAK bang li Dewleta Tirkîyeyê dike ku rêzê li azadiya ramanî û azadiya xebata rêxistinî bigire, herwiha hebûna milletê Kurd, hebûna Kurdistanê û zimanê Kurdî qebûl bike û di Qanûna Bingehîn û di hemû qanûnên din de bicîh bike”.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.281 seconds