Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Basivrê ya navçeya Şêxana Duhokê şûnwarekê Zerdeştiyan heye, ku dîroka wê vedigere 2100 salan. Li gorî dîroknasan li ser vê perestgehê zêde vekolîn nehatine kirin.
Li gundê Basivrê ya navçeya Şêxanê perestgeheke 2100 salî ya ola Zerdeştî heye.
Şûnwarnas Mihemed Arif Tatar derbarê vê perestgehê de dibêje; “Ev perestgeh ji 4 qatan pêk hatiye. Her qat bi şêwazekî hunerî yê birêkûpêk hatiye çêkirin. Ev der yek ji wan cihane, ku beriya niha ti vekolîneke pêwîst li ser vê berhema dîrokî nehatiye kirin. Tenê di nameyekê doktorayê de Rêveberê Şûnwarên Duhokê Dr. Ehmed Qasim amaje bi vê cihê daye. Li gorî texmînên me dîroka vê perestgehê zêdetirî 2100 salan e.”
Perestgeha Zerdeştiyan ji kevirekê mezin pêkhatiye, ku dora wê 4 caran hatiye kolandin. Dora wê derence ne da ku gotarbêj bikare derkeve ser û gotara xwe pêşkeş bike.
Mixtarê gundê Basivrê dibêje ew 3 bavan ve li vir dijîn. Ew ji mêj ve dizanin, ku li vir şûnwarekî dîrokî heye lê wan nedizanî, ku ev yê ayîna Zerdeştiyan e. Di sala 1998ê de tîmekê fransî tên vê deverê û lêkolînê li ser vê perestgehê dikin.
Mixtar Tahir Basivrî dibêje; “Ji derdora vê berê re dibêjin Dereca Nar. Li gorî gotina pêşiyan ev der gund bûye û di encana erdhejê de malên gund xirabûne. Ji vir re dibêjin Kora Berê Xira. Di bin gund de jî kaniyek heye jê re dibêjin Kaniya Tûreşkê.
Li gorî zanyariyan li Duhokê 5 cihên din ên şûnwarên ola Zerdeştî hene. Ya herî diyar jî Şkefta Çarstûn e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse