Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Hêzeke Heşda Şeibî tevî çekên giran ji Şingal û Zumarê vekişiya

Ji aliyê RÛDAW 12-7-2018
Berpirsekî Heşda Şeibî dibêje, hêj ti rêkevtin derbarê vegera pêşmerge bo deverê de nehatiye kirin.
Berpirsekî Heşda Şeibî dibêje, hêj ti rêkevtin derbarê vegera pêşmerge bo deverê de nehatiye kirin.

Hewlêr (Rûdaw) - Beşek ji hêzên Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ji Şingal û Zumarê vekişiyane. Fermandarekî Pêşmerge jî dibêje, Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê ji dûbara serhildana DAIŞê ditirsin, lê belê Rêveberê Nahiyeya Zumarê dibêje, ti hêzek bi temamî ji deverê nevekişiyaye.

 

Heftiya bihorî 20 otomobîlên leşkerî yên Iraqê yên ji corê Hummer û çend otomobîlên din ên leşkerî ji herêma Şingalê vekişiyan. Herwiha 15 otomobîlên din ên leşkerî jî ku çekên giran li ser wan otomobîlan bû, ji gundê Berdiye yê ser bi nahiyeya Zumarê ve vekişiyan.

 

Berpirsekî PDKê ku nexwestiye navê wî were belavkirin, derbarê vekişîna wan hêzên iraqî de zanyarî dan Rûdawê û ragihand, “di destpêka heftiya bihorî de hêzeke zêde ya Iraqê tevî 15 otomobîlên leşkerî yên Heşda Şeibî ji gundê Berdiyê vekişiyaye.”

 

Bi gotina wî berpirsê PDKê herwiha “roja 7ê Tîrmehê jî 2 fewcên Heşda Şeibî tevî çekên xwe yên giran ji navçeya Zumarê vekişiyane.”

 

Wî berpirsê PDKê di derbarê sedemên vekişana wê hêzê de jî gotiye, “heta niha sedemên vekişandinê nediyar in, lê gotegot hene ku Pêşmerge vedigere wan navçeyan.”

 

Li aliyekê din, jêdereke berpirs ji Hêzên Pêşmerge jî ji Rûdawê re ragihand, hêzên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê ji dubare bihêzbûn û serîhildana DAIŞê ditirsin.

 

Derberê geşedanên herêmê de, Rêveberê Nahiyeya Zumarê, Ehmed Gergerî ku piştî vekişîna hêza Heşda Şeibî ji Zumarê beşdarî di civîneke ewlehî ya berpirsên deverê kiriye, ji Rûdawê re got: “Di civînê de behsa vekişîna ti hêzekê nehat kirin, ti hêzek jî bi temamî ji deverê nevekişiyaye.”

 

Derbarê vegera pêşmerge bo Zumarê de jî, Ehmed Gergerî diyar kir: “Ev gotegot belav bûye, min di civîna ewlekariyê de jî pirs ji berpirsên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê kir, wan got ku hêj ti biryarek derbarê vegera pêşmerge bo deverê nîne.”

 

Her têkildarî vekişîna beşek ji hêzên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê ji Şingalê, Rêveberê Nahiyeya Sinonê ya ser bi Qezaya Şingalê, Xudêda Cokî ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha ti biryarek jibo vekişîna hêzên Heşd û Artêşa Iraqê ji Şingalê nîne.”

 

Xudêda Cokî ku hevdem fermandeyekî leşkerî yê Heşda Şeibî ye û niha bi wekalet rêveberiya nahiyeya Sinonê dike, herwiha tekez kir: “Rast e ku heftiya bihorî çend otomobîlên serbazî yên Artêşa Iraqê ji Şingalê vekişiyan, lê belê ew hêz beşek ji wê hêzê bû ku tevî hêzeke Amerîkayê hatibûne Şingalê û beşek ji wan vekişiyan.”

 

Li ser wan geşedanan, Serfermandarê berê yê Artêşa Iraqê, Babekir Zêbarî jî ku niha Berpirsê Mêhwera Rojavayê Dîcle ye, ji Rûdawê re got: “Me zanyarî li ser vekişîna hêzên Iraqê nîne.”

 

Derbarê vegera pêşmerge bo Zumar û Şingalê de jî, Babekir Zêbarî diyar kir: “Hêj ti rêkevtinek jibo vegera pêşmerge bo wan navçeyan nehatiye kirin, heta ku hikûmeta nû ya Iraqê jî pêk neyê, zehmet e ku rêkevtin di vê derbarê bihê kirin.”

 

Zêbarî di berdewamiya axavtina xwe de li ser egera dubare bihêzbûn û serîhildana DAIŞê de hişyarî da û destnîşan kir: “Metirsiya dubare serîhildana DAIŞê heye, rojane bi dehan çekdarên DAIŞê ji sînorê Sûriyê ve derbasî nav Iraqê dibin, çimku ti kontrolek li ser sînoran nîne.”

 

Çavkaniyekî berpirs ji hêzên pêşmerge jî ji Rûdawê re da xuyakirin, ku hêzên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê gelek ji dubare serîhildana DAIŞê ditirsin, û heta niha çend caran fermandeyên wan pêwendî bi Wezareta Pêşmerge ve kirine, ku pêşmerge biçe wan navçeyan.

 

Heman çavkaniyê vegera pêşmerge bo wan navçeyan vegerande ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û got: “Amerîka gelek hewl daye ku pêşmerge vegere Kerkûkê û navçeyên din, lê belê Ebadî naxwaze di wê demê de rêkevtina vegera pêşmerge îmza bike. Her dema ku hikûmeta Iraqê hat pêkanîn, rêkevtina vegera pêşmerge bo navçeyên Kurdistanî dê were îmzakirin.”

 

 

 

Şingal û Zumar berî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê di kontrola hêzên pêşmerge yên Kurdistanê de bûn, lê piştî êrişa hêzên Iraqê bo ser Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî û rûdana bûyera 16ê Cotmehê, ku hêzên pêşmerge ji beşek ji wan navçeyan vekişiyan, hêzên Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li Şingal û Zumarê bi cih bibûn

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
1.063 seconds