Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Pêşverû, Tirkiye weke ‘dewleteke dagîrker’ bi nav kir

Ji aliyê RÛDAW 12-7-2018
Logoya Partiya Pêşverû
Logoya Partiya Pêşverû

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Pêşverû ya li Rojavayê Kurdistanê, dewleta Tirkiyê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê weke dewleteke dagîrker bi nav kir. Paşverû eşkere jî kir, ku li Efrînê 3 endamên wê ji aliyê grûpên çekdar ve hatine girtin û daxwaz ji Tirkiyê kir, ku li gor peyman û yasayên navdewletî wek dewleteke dagîrkar xelkê deverê biparêze.

 

Di daxuyaniyeke nivîskî de, ku wêneyeke wê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatiye şandin, polîtburoya Partiya Pêşverû daye xuyakirin, ku hersê endamên wan ji aliyê grûpeke çekdar ve li nav bajarê Efrînê hatine girtin.

 

Partiya Pêşverû nasnameya endamên xwe jî aşkere kiriye û daye zanîn, ku her yek ji Hişmend Menan Şêxo, Ebdilhemîd Ehmed Silêman û Necîb Mihemed Ebdo, ew endam in ku ji aliyê çekdaran ve li Efrînê hatine girtin.

 

Li gorî daxuyaniyê, Polîtboruya Partiya Pêşverû daxwaz dike, ku endamên wê serbest bêne berdan.

 

Di heman demê de jî, Partiya Pêşverû, Tirkiyê weke dewleteke dagîrker li Efrînê bi nav dike û daxwaz ji hikûmeta Enqerê dike, ku li gor peyman û yasayên navdewletî, weke dewleteke dagîrker li Efrînê erkê xwepêk bîne û jiyan, mal û mulkên xelkê Efrînê biparêze.

 

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê piştî êrişa Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê, di 18ê Adara îsal de kete bin kontrola wan hêzan.

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)
0.594 seconds