Silêmanî (Rûdaw) – Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê civînek pêk anî û biryara herî mezin a civînê ew bû ku kongreya duyem a niştimanî ya tevgerê saz bikin, ku li gor zanyariyên Rûdawê, rasterast piştî hilbijartinên Kurdistanê dê were encamdan, herwiha sê serkirdeyên Goranê jî nîgeran in û parlementerekî tevgerê jî dibêje ku divê guh li daxwaz û gotinên wan sê serkirdeyên tevgerê were girtin.
Civata Niştimanî ya Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya herî dawî de diyar kir ku bi armanca nûbûnê û bêhtir bihêzkirina pêvajoya biryar û birêvebirina Goranê, piştî hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û encûmenên parêzgehan dê rasterast pêvajoya hilbijartinên navxweyî yên Goranê di hemû organan de dest pê bike û hemû post ji bo guhertinê dê vekirî bin û piştî wê jî di demeke herî nêz de dê Duyemîn Konferansa Niştimanî ya Goranê were encamdan.
Li ser vê biryarê, bêhtir zexta wan kesan diyar e ku du meh in ji tevgerê nîgeran in û li mala xwe rûniştine. Di nav wan de Qadir Hacî Elî, Usman Hacî Mehmûd û Ebdullah Kiwêxa Mubarek ku sê serkirdeyên xwedî alîgirên Goranê ne hene.
Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê Şaxewan Reûf ji Rûdawê re ragihand: “Hinek têbîniyên van hevalan hene û ew bi xwe xwediyên Goranê ne, lewma dê vegerin nav me, lê îro civîn li ser vê mijarê nebû.”
Gilî û gazinên serkirdeyên Tevgera Goranê, li ser sê mijaran in, wek dibêjin nezelalbûna dahatê û xerciya Goranê, lawaziya rola serokê giştî û xaneya raperandinê, destdanîna ser ragihandinên tevgerê ji aliyê komeke biçûk ve.
Parlementerê Tevgera Goranê Şêrko Heme Emîn ji Rûdawê re ragihand: “Ew hevalên ku zîz bûn, her kes şahid in ku çiqas pak û giring in ji bo Goranê, lewma divê guh li daxwaz û gotinên wan were girtin.”
Li gor zanyariyên Rûdawê, çend roj berî niha Umer Seyîd Elî, Mistefa Seyîd Qadir û Celal Cewher serdana neraziyan kirin, lê encama serdana wan bawerî li cem wan peyda nekir ku vegerin ser karên xwe.
Qadir Hacî Elî xwedî pêgeheke berfireh a alîgirên Goranê ye li nav bajarê Silêmaniyê. Usman Hacî Mehmûd li sînorê Germiyan weke pêşengê Goranê tê nasîn. Ebdullah Kiwêxa Mubarek jî li devera Çemçemalê bi hezaran alîgirên wî hene û dûrketina wan kesan dê li cem alîgirên Goranê derbeke mezin li tevgerê bide.