Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Hejmartina destî ya dengan li Hewlêrê îro dest pê kir

Ji aliyê RÛDAW 12-7-2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Proseya hejmartin û cudakirina dengên hilbijartinên Perlemana Iraqê li parêzgeha Hewlêrê dest pê kir.

 

Dadwer û serpereştiyarên hejmartina dengan ragihandin, ku amadekariyên locistîkî ji bo hejmartina dengên parêzgeha Hewlêrê bi dawî hatine û piroseya cudakirin û hejmartina dengan îro dest pê dike.

 

Li gorî dadwerên komîsyona hilbijartinan a Iraqê, hejmara sindoqên ku li parêzgeha Hewlêrê dengên wan têne hejmartin, 214 dinsoq in.

 

Dadwerên komîsyonê û serpereştiyarên hejmartina dengan herwiha ragihandine, ku piştî Hewlêrê ew dê serdana parêzgeha Duhokê û bajarên din ên Herêma Kurdistanê jî bikin, ji bo ku proseya hejmartina destî ya dengan li Herêma Kurdistanê bi dawî bibe.

 

Biryar bû doh çarşemiyê hejmartina destî ya dengan li Hewlêrê destpê bike, lê belê doh prose nehat cîbicîkirin.

 

Aliyên opozisyonê jî dibêjin, ku ew dê li Hewlêrê beşdarî proseya çavdêriyê bibin û biryara wan a boykotê tenê ji bo parêzgeha Silêmaniyê bû.

 



Pêştir li her du parêzgehên Kerkûk û Silêmaniyê proseya dubare hejmartina dengan bi dest hatibû encamdan û li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, ti guhertinek mezin di hejmara dengên aliyan de çênebûye û encamên hilbijartinan nehatiye guhertin.

 

Di 12ê Gulana îsal de hilbijartinên xûla çarem a parlamentoya Iraqê hatibû lidarxistin, û piştî ragihandina encamên fermî, hin aliyên siyasî ji encaman nerazî bûn û daxwaza hejmartina dengan bi dest kiribûn.

 

Li ser daxwaz û gilî û sikalayên wan aliyên siyasî yên Kurdistanî û Iraqî, paramentoya Iraqê biryar dabû, ku beşek ji sindoqên dengdanê li seranserê Iraqê bi dest werin hejmartin.

 

Lê belê di 24-06-2018 de, dadwerên komîsyonê biryar dan, ku tenê dengên di wan sindoqan de bi dest bihêne hejmartin, ku gilî û sikala li ser hatibûne tomarkirin.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.234 seconds