Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Civîna PDK û YNKê hat paşxistin

Ji aliyê RÛDAW 12-7-2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) -  Biryar bû ku îro pênşemî 12ê Tîrmeha 2018 her du polîtboruyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê bicivin, lê bi gotina Berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre, civîn hat paşxistin.

 

Berdevkê YNKê Berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre ji Rûdawê re ragihand: “Civîna polîtboruya YNKê li gel PDKê hat paşxistin, diyar nîne ku bo kengê hatiye paşxistin, lê belê civîn her dê di heftiya bihê de be.”

 

Seidî Pîre got, ew weke YNKê dixwazin li gel tevahiya aliyan li ser mijara çûna Kurd bo Bexdayê û pêkanîna hikûmeta bihê ya Iraqê bicivin, lê belê beşek ji wan aliyan ragihandine, heta ku encamên hejmartina destî ya dengan neyê yekalîkirin, ew ne amade ne ku li gel ti aliyekê bicivin.

 

Pîre herwiha diyar kir: “Li ser mijara çûna Bexda û çêbûna yekdeniya Kurd li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, em amade ne ku bi hemû aliyan re bicivin.”

 

Pêştir YNK û PDK li ser wê yekê li hev kiribûn, ku jibo gotûbêjên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, bi şandeke hevbeş biçin Bexdayê û bo vê armancê jî biryara pêkanîna komîteyeke hevbeş dane.

 

Di çedn rojên bihorî de şandên Hevpeymaniya Fetih, Dewleta Yasa û Saîrûn hatine Herêma Kurdistanê û biryar e di çend rojên bihê de jî şandên aliyên din bi mebesta gotûbêjkirina derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de serdana Hewlêrê bikin.

 

Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) weke partî di hejmara kursiyan de li ser asta Iraqê partiya yekem e û di hilbijartinên 12ê Gulana îsal de bi tena serê xwe 25 kursî misoger kirine. Herwiha YNKê jî 18 kursiyên parlamentoya Iraqê bi dest xistine.

 

PDK û YNKê heta niha çend caran hewl dane, ku aliyên din ên Kurdî razî bikin, ku di gotûbêjên jibo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de beşdar bibin, lê belê wan aliyan red kirine, ku beşdarî wan gotûbêjan bibin.

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)
0.907 seconds