Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Berdevkê PYDê bo Rûdawê: Bêyî me ti rêyên çareseriyê serkevtî nabin

Ji aliyê RÛDAW 12-7-2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD), Ciwan Mistefa ji Rûdawê re ragihand, jibo danûstandina bi hikûmeta Sûriyê re PYD herdem amade ye.

 

Ev demek e ku PYDê daxwaza danûstendinab bi Hikûmeta Sûriyê dike û li ser vê mijarê, Berdevkê PYDê Ciwan Mistefa jî ragihand, ku PYD her demê ji danûstandina bi hikûmeta Sûriyê re amade ye.

 

Ciwan Mistefa da xuyakirin, ku heta niha hikûmeta Sûriyê ti hevdîtin bi wan re nekirine.

 

Ciwan Mistefa di derbarê avakirina komîteya amadekirina destûra nû ya Sûriyê de jî got, ku ti nûnerên wan di wê komîteyê de nînin û tekez kir, ku bêyî PYDê û hêzên li bakurê Sûriyê ti çareserî li Sûriyê pêk nayên.

 

Mistefa herwiha da xuyakirin, ku ew weke PYDê û hem jî Rêveberia Xweser a Bakurê Sûriyê dixwazin, ku beşdarî di komîteya amadekirina destûra nû ya Sûriyê de bikin.

 

Bi gotina Ciwan Mistefa, hêz û rêveberiyek li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê heye, ku ew çend sal in karûbaran dimeşînin û nûneratiya îradeya hemû pêkhateyên herêmê dike, lewma bêyî beşdarbûna wan, ti hewlên jibo çareserkirina rewşa Sûriyê serkevtî nabin.

 

Berdevkê PYDê herwiha da zanîn, ku her ji destpêkê ve daxwaza wan ev bûye, ku pirsgirêkên Sûriyê û krîza li wî welatî bi rê û rêbazên siyasî û aştiyane bihêne çareserkirin û tekezî li ser amadebûna PYDê bo çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan kir.

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)
0.453 seconds